www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
05.01.2009 - 00:56 [ 2530 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Elmanya: Kurdekî destgirtiya xwe ya 18-salî kuşt

amude.com


Wêneyek ji roja nîşaniya Mizgîn (18) û pismamê wê Onder (26)
DORTMUND (amude.com) - Ji ber nedixwest bi destgirtiyê xwe re bizewice, hate kuştin. Li gorî agahiyên polîsên bajarê Gütersloh ê elmanî, welatiyê kurd Onder B. (26) di şeva serêsalê de li bajarê Harsewinkelê dora bîst caran kêr di laşê destgirtiya xwe ya 18-salî Mizgîn B. de rakiriye, ew kuştiye, piştre ji tirimbêlê avêtiye û bi - da ku piştrast bibe ku bi rastî hatiye kuştin - tirimbêla xwe di ser laşê wê re çûye. Piştre Onder B. telefonî polîsan kiriye û li tawana xwe mûkir hatiye. Mizgîn li Elmanyayê ji dayik bûbû û pismamê wê Onder li Tirkiyê dima û berî sê mehan hatibû Elmanyayê.

Keça kurd Mizgîn B. di havîna sala buhurî de diçe Tirkiyê, da ku li Antalyayê bêhna xwe derxîne. Li wê derê pismamê xwe Onder nas dike û li ser daxwaza malbata xwe dibe destgirtiya wî. Piştî ahenga xelata wan "bi çar-şeş hefteyan" Mizgîn pê derdixe ku ew û pismamê xwe li hev nakin, dev ji wî berdide û bêyî wî vedigere Elmanyayê. Di tîrmeha buhurî de Mizgîn diçe cem polîsan û ji wan re dibêje ku pismamê wê smsan jê re dişîne û wê tehdîd dike. Onder gelek caran ji Mizgîn dixwaze ku dîsa vegere Tirkiyê û pê re bizewice, lê dotmama wî naxwaze. Ji ber tehdîdan polîsên elmanî li Onder digerin.


Polîs li devera kuştina Mizgînê lêkolînan pêk tînin. (wêne: nw-news.de)

Di meha oktoberê de Onder bi qaçaxî derbasî Elmanyayê dibe, çend rojan li bajarê Dortmundê dimîne, êdî diçe Harsewinkelê û li mala bavê destgirtiya xwe dijî. Hîn ne diyar e bê ji bo çi Mizgîn neçûye cem polîsan û ji wan re negotiye ku Onder hatiye Elmanyayê. Polîs texmîn dikin ku Önder û malbata Mizgînê dext li wê kirine, da ku bi polîsan re neaxive û bi pismamê xwe re bizewice.

Di şeva serêsalê de Mizgîn û çend hevalên xwe diçin bajarê Steinhagenê, da ku sala nû pîroz bikin. Piştî nîvê şevê Onder bi tirimbêleke Audî diçe ciyê ahengê û ji Mizgînê dixwaze ku bikeve tirimbêlê û pê re biçe, da li ser pirsgirêka xwe biaxivin. Mizgîn jî bi ya wî dike, lê herdu li hev nakin û tirimbêlê de qerebalixeke mezin çêdibe. Onder radibe û bi kêrê dotmama xwe ya ciwan dikuje û piştre jî bi tirimbêlê di ser termê wê re diçe.

Onder B. niha li Bielefeld-Brackwede girtî ye û li bende ye ku di rojên bê de bê dadgehkirin. Wî ta niha poşmaniya xwe diyar nekiriye.

Li gorî agahiyên rojnameya elmanî "Bild" bavê Mizgînê, ku biraziyê xwe Onder ji bo keça xwe wekî mêr hilbijartibû, got: "Em fêm nakin bê çima wî wilo kir."
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000