www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
18.12.2008 - 11:41 [ 2508 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Xwediya Azadiya Welat hate girtin

amude.com


Emîne Demîr
AMED (amude.com) - Do danê nîvro li Amedê xwedî û berpirsyara nûçeyan a rojnameya Azadiya Welat Emîne Demîr hate girtin. Li gorî agahiyên ku rojnameya kurdî di malpera xwe de diweşîne, Demîr li bîroya navendî ya rojnameyê ji aliyê polîsên sîvîl ve "hatiye revandin" û birin bo Enqereyê. Rojname di daxuyaniya xwe radigihîne, ku polîsên tirk "bi qasî 2 seetan" li bîroyê pirs ji Emîne Demîr kirine û poiştre jî û "bêyî ku destûrê bidin" ku ew parêzer û hevalên xwe yên rojnameger agahdar bike, "ew birin balafirgeha Amedê û ji wir jî ber bi Enqereyê ve birin". Birêvebiriya polîsan a Amedê diyar kiriye ku wan li ser daxwaza birêvebiriya polîsan a Enqereyê Emîne Demîr girtiye. Hîn ne diyar e bê Emîne Demîr ji ber kîjan sedeman hatiye girtin.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000