|
|
08.10.2008 - 15:15
|
[ 2519 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Projeya Bendava Îlisuyê li ber têkçûnê ye?
amude.com
BERLÎN (amude.com) - Di pirsa Bendava Îlisuyê de Elmanya, Austrya û Swêsra bi şêweyekî eşkere dextê li hikumeta tirkî dikin. Wezareta aboriyê ya federal a elmanî îroj piştrast kir ku ji ber Tirkiyê ta niha pîvanên xuristê binpê kirine, hersî welatan rexnenameyek ji hikumeta tirkî re şandiye. Dijberên vê projeya ku Elmanya, Austrya û Swêsra ji bo wê kredîtên bêtirî 450 milyon Euro bi garantiyên êksportê misoger dikin, berdewam doza xwe vekişandina van welatan ji vê projeyê kir.
Wezareta elmanî ragihand ku 60 roj bi Tirkiyê re hene ku pîvanên Elmanya, Austrya û Swêsrayê bi cî bîne. Parêzvanên xuristê û arkeyolog ji mêj ve li dijî projeya Bendava Îlisuyê protesto dikin, ku gerek ta sala 2012ê li bajarê Hesenkêfê li Kurdistana Tirkiyê çêbibe.
Komel ki grûpên xirustên yên ewropî, ku vê projeyê rexne dikin, kêfxweşiya îroj xwe ji bo nameya ji bo hikumeta tirkî anî zimên. Wan di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bawer nakin ku Tirkî bikaribe di du mehan de tiştê ku wê di du salan de nekiriye, bike. Şaredarê Hesenkêfê jî, ku ji bo serdanekê hatiye Berlînê, kêfxweşiya xwe anî zimên û got: "Niha dîsa derfetek me çêbû, ku em welatê xwe û dewlemendiyên wê yên çandî yên sedên salan û xirusta wê biparêzin."
|
|
|
|
|
|