|
|
14.09.2008 - 18:12
|
[ 2538 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Com Canta: Şêro Betê nebû yekemîn, lê dîsa bi ser ket
Sîrwan H. Berko - Dortmund
Şeva do ji bo Şêro Betê şevek bû, ku ewê tucarî ji bîr neke. Çimkî do bi sedhezaran ji kesan li seranserî Elmanyayê di radyo û internetê de û herweha bi sedan li dîskoya "Live-Station" lê guhdar û temaşe kir. Hunermendê kurd yek ji şeş kesan bû, ku do gihabûn fînala pêşbirka muzîkê Com Canta.
Dora seet 20.30 Şêro Betê derket ser dika salona "Live-Station" li jora rawestgeha trênan a bajarê Dortmundê. Ew yê duyem bû di dorê de. Dema pêşkêşkera radyoya Funkhaus Europa - radyoya elmanî ku ev pêşbirk li dar xistibû - li ser dikê pêşwaziya Şêro kir û pirs jê kirin û stranbêjê kurd ê ciwan ê fedyokî bi dengekî nizim bersiva dida, mirov ji xwe pirsî bê ewê çawa bikaribe strana xwe pêşkêş bike, ger ew ewqas fedyokî be.
Lê bi derengî piştî ku amûrên grûpa muzîkê dest bi ahenga xwe ya muzîkê kir, Şêro Betê fediya xwe avêt û dest bi strana xwe "Serê Malê" kir. Ew bû mirovek din. Wî strana xwe ne tenê bi hestekî mezin pêşkêş kir, lê wî herweha hişt ku kesên li salonê amade - di nav wan de jî bi dehan ji dost û hezkiriyên Şêro - bi awaz û peyvên wî re bibin yek. Ji çepên kesên amadebûyî piştî qedandina stranê eşkere bû, bê çiqasî Şêro serketî bû.
Lê mixabin juriya pêşbirkê ne heman nerîn bû. Piştî beşê yekem divyabû ku Şêro Betê û du kesên din xatir ji pêşbirkê bixwazin. Dawiya dawî Sahandê îranî ji Berlînê pêşbirka muzîkê qezenc kir.
Çendîn Şêro bi ser neketibe jî, lê beşdarbûna wî di fînala pêşbirkê de bi xwe serketineke pir mezin bû. Bi xêra wî bû ku di vê pêşbirka giring de strana kurdî hate pêşkêşkirin. Ji bo Kurdekî hestek pir xweş bû dema do ne tenê stranên bi zimanên tirkî, farisî, ukraînî û efrîqî dihatin guhdarkirin, lê straneke kurdî jî. Şêro Betê bi serketineke mezin ala muzîka di nav alayên xelkê de hilda.
Bêtirî sed kesî ji seranserî Elmanyayê dixwest gihaba fînala li Dortmundê, lê tenê şeş kes bi ser ketin û Şêroyê kurd jî di nav wan de bû. Tiştek ji wilo xweştir tune!
sirwan@amude.com
|
|
|
|
|
|