|
|
01.09.2008 - 12:03
|
[ 2485 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Meha Remedanê: Li Hewlêrê pênc roj zindan ji bo kişandina çixareyekê
amude.com
 Li Hewlêrê qedexe ye: çixarekişandin û vexwarina di meha Remedanê de (wêne: jerzy & pixelio.de) | HEWLÊR (amude.com) - Kesên ku li Hewlêrê di meha Remedanê de çixareyan bikişîne, 5 rojan dikeve zindanê. Wek ku rojnameya Rûdaw di nûçeyeje xwe de dinivîsîne parêzgerê Hewlêrê biryarek derxistiye, ku li gorî wê di rojên meha rojiyê ya islamî de bi eşkere kirîn û firotina vexwarinên alkoholê û kişandina wan bi eşkere li deverên giştî û herweha dezgehên hikumî "qedexe ye".
Berpirsê polîsên parêzgeha Hewlêrê emîd Ebudilxaliq Teleet eşkere kir, ku kesê ku alkoholê bifiroşe û vexwe yan jî çixareyan bikişîne û ew bê zeftkirin, "ewê ji bo 5 rojan bikeve zindanê".
Li piraniya welatên islamî meha Remedanê îroj dest pê kir.
|
|
|
|
|
|