www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
10.08.2008 - 17:42 [ 2502 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Elmanya li polîsên kurd digere

Sîrwan H. Berko - Gelsenkirchen


Polîsên elman li hevkarên bi esil biyanî digerin. (Wêne: Polizei NRW)
Di deh salên dawî de li Elmanyayê hejmara koçber û welatiyên elman ên bi esil biyanî zêde bûye. Bi zêdebûna wan pirsgirêkên wan jî pir bûne. Ev rewş gihaye wê radeyê ku li hin bajarên elmanî bi hezaran ji welatiyên ji heman neteweyê di taxine hevbeş de dijîn. Weke mînak li taxa Kruezberg a Berlînê pêwîstiya Tirkan bi zimanê elmanî tune ye. Ew tevaya jiyana xwe bi zimanê tirkî bi rê ve dibin û li her deverê her tişt bi zimanê wan peyda dibe. Mîna ku ew li Tirkiyê bin û ne li Elmanyayê!

Bi taybetî li bajar û taxên ku hejmara kesên bi esil biyanî zêde ye, kêşeyên mezin jî lê zêde ne. Li van deveran gelek caran polîsên elman bêçare dimînin û nema dizanin çi bikin. Da ku polîs bikaribin bêtir kêşeyên çandî çareser bikin û dûrbûna di navbera xwe û xelkê de kêmtir bikin, siyaseta elmanî çarseriyek peyda kir: polîsên bi esil biyanî.

Abîtur lazim e

Hikumeta Nordrhein-Westfalen dixwaze ku 10 ji sedî ji polîsan bi esil biyanî bin. Lê wilo diyar e ku xwezteka wê zehmet e bê pêkanîn. Li bajarê Gelsenkirchenê tenê 2 ji sedî ji polîsan bi esil biyanî ne. Li vî bajarî 5 polîs bi eslê xwe ji Tirkî, Polonya û welatên Yugoslaviya kevn in. Hejmara wan pir kêm e. Friedhelm Robert li cem polîsên Gelsenkirchenê şêwirdarê wan kesan e ku dixwazin bibin polîs. Ew dibêje ku piraniya van kesan hîn di gava yekemîn de bi ser nakevin. Robert diyar dike ku mezintirîn pirsgirêka ciwanên bi esil biyanî ew e ku ew di dibistanê de ne serketî ne. Friedhelm Robert dibêje: "Mixabin hejmara ciwanên bi esil biyanî di dibistanên bilind de pir kêm e."

Çimkî kesê ku bixwaze bibe polîs, divê şehada wî ya abîtur (bekeloriya) yan jî fachabîtur hebe. Da ku ew reklamê ji karê polîsan re bike, Friedhelm Robert diçe dibistanan û navendên agahiyên ji bo kar a dezgeha kar Arbeitsamt. Ew bi taybetî hewil dide ku li cem ciwanên bi esil biyanî tirsa li hemberî karê polîsan rake. Çimkî pêwîstiya polîsan pir bi van ciwanan heye, wilo dibêje Peter Honnef, cîgirê serokê polîsên Gelsenkirchenê. Li vî bajarî 13% ji nişteciyan bi esil biyanî ne. Ji ber vê yekê Peter Honnef bawer dike, ku polîsên bi esil biyanî "hîn çêtir dikarin derbasî civakên biyaniyan bibin û qebulkirina polîsan baştir bikin". Honnef herweha di wê baweriyê de ye ku polîsên bi esil biyanî ji bo polîsan "dewlemendiyek in, çimkî ew derfetê didin me ku em bi çavine din li çandên cuda temaşe bikin".

Mirov bê nasname jî dikare bibe polîs

Kesê ku bixwaze bibe polîs, pêwîst nake ku nasnameya wî ya elmanî hebe. Li Nordrhein-Westfalen kesên ku mafê wan ê rûniştinê hebin û temenê wan ne bêtir 31 salî bin, dikarin bibin polîs. Peter Honnef dibêje ku ev kes divê wan pîvanan pêk bînin, ku polîsên bi esil elman jî pêk tînin. Honnef van pîvanan eşkere dike û dibêje ku kesê ku bixwaze bibe polîs, divê taqeta wî ya laş û mejî baş be û zanyariyên wî yên giştî hebin. Honnef berdewam dike û dibêje: "Herweha divê ew zimanê xwe yê dayikê baş zanibe."

Ji ber ku hejmara Kurdan li wîlayeta Nordrhein-Westfalen baş mezin e, pêwîstiya polîsan herweha bi welatiyên kurd ên bi esil kurd heye. Ta niha komek ji welatiyên elman ên bi esil tirk bûne polîs. Dibe ku di pêşerojê de mirov li polîsên bi esil kurd jî rast were.

Kesên ku ji vî karî hez dikin û dixwazin bibin polîs, dikarin di malpera www.polizeiberuf-nrw.de de agahiyan bi dest bixin.

E-Mail: sirwan@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000