|
|
03.08.2008 - 23:24
|
[ 2505 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Eslê designerê cîhanî Luîgî Colanî kurd e
amude.com
 Luîgî Colanî li pişt yek ji xebatên xwe. |
DORTMUND (amude.com) - Yek ji navdartirîn designerên cîhanê bi eslil Kurd e. Di hevpeyvînekê de bi rojnameya elmanî Frankfurter Allgemeine Zeitung re designerê elman Luîgî Colanî got ku malbata bavê wî ji eşîra Çolanî li Kurdistana Iraqê ye. Bapîrê Colanî berî 200 salan koçberî Îtalya û Swêsrayê bûye. Dêya wî jî polonî ye. Colanî namsnameya xwe ya kurdî gelek caran eşkere kiriye. Wî berî niha ji rojnameya ingilîzî Guardian re gotibû ku ji ber eşîra bavê wî di havîn û zinvistanê de heman cil li xwe kirine, "heman adet cem min jî heye". Luîgî Colanî tim cilên sipî li xwe dike, ku wî bi xwe design kirine. Colanî bi gelek şirket û dezgehên cîhanî re xebitiye, mîna dezgeha emerîkî NASA. Ew do bû 80 salî.
|
|
|
|
|
|