www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
29.07.2008 - 10:31 [ 2086 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Hewlêr li dijî xala 24ê li ser piyan e

amude.com


HEWLÊR (pukmedia/amude.com) - Ji bo protestokirina madeya 24 a li ser hilbijartina parêzgehan vê sibehê bi dehhezaran ji nişteciyên Hewlêrê li pêşiya avahiya parlamentê dest bi xwepêşandanekê kir. Dezgehên hikumî û herweha dikanên bazirganî hatine girtin. Xwepêşanderan hejmareke mezin alên Kurdistanê û panket bilind kirine, ku li ser wan dirûşmên li dijî xala 24ê û ji bo bicîhanîna xala 140 a destura Iraqê hatine nivîsandin.

Parlamenta Iraqê hefteya buhurî biryar qanuna hilbijartina parêzgehan dabû, ku di xala 24ê de hatiye nivîsandin ku divê di encumena parêzgeha Kerkukê de 32% ji endaman Ereb, 32% Turkmen û 32% Kurd, 4% jî Fileh bin. Kurd vê qanunên qebul nakin û wê li dijî desturê dibînin.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000