|
|
|
28.07.2008 - 12:07
|
[ 1321 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Kerkuk: Di navbera Cebheya Turkmenî û xwepêşanderên kurd de şer
amude.com
KERKUK (amude.com) - Piştî êrîşa terorîstyane li Kerkukê hejmareke mezin ji xwepêşanderan berê xwe da navendên Cebheya Turkmenî û xwepêşandana xwe li wir berdewam kir. Malpera sbeiy.com di nûçeyeke xwe dinivîsîne ku çekdarên li pêşiya avahiyeke Cebheya Turkmenî bi guleyan êrîşî xwepêşanderan kiriye û di encamê de Kurdek hatiye kuştin. Ev yek bûye sedem ku xwepêşanderan avahiya Cebheya Turkmenî û herweha tirimbêlên li pêşiya wê şewitandine û herweha hin Turkmenên li wê derê kuştine û hinên din jî birîndar kirine. Sbeiy.com berdewam dike û radigihîne ku xelkê berê xwe daye avahiyên Cebheya Turkmenî yên din û li wê derê jî xwepêşandan berdewam in.
|
|
|
|
|
|