|
|
|
21.07.2008 - 13:06
|
[ 1329 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Özdemîr doza çareserkirina Pirsa Kurdî dike
amude.com
 Cem Özdemîr: "Divê Tirkî hebûna Kurdan qebul bike." | BERLÎN (ap/amude.com) - Piştî azadkirina hersê welatiyên elman siyasetvanê Partiya Keskan Cem Özdemîr ji Tirkiyê doza "serastkirina xetê di Pirsa Kurdî de" kir. Özdemîr îroj di Deutschlandradio Kultur de got ku divê Tirkî êdî Kurdan qebul bike. Endamê Parlamenta Ewropayê Cem Özdemîr hikumeta tirkî rexne kir û got ku wê piştî girtina serokê PKKê Ebdela Öcalan derfet derbas kir ku bi liveke siyasî Kêşeya Kurdî yekcarî çareser bike.
Peyvdarê siyaseta derve ya Partiya Keskan a elmanî di Parlamenta Ewropayê de Cem Özdemîr diyar kir ku revandina hersê Elmanan ji aliyê çalakvanên PKK ve eşkere kiriye ku PKK dabeş bûye bo fraktsyonekê ku ji şer westyayî ye, û fraktsyoneke din ku dixwaze şerê çekdar bidomîne. Özdemîr got: "Rêya Tirkiyê ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê di rêya çareserkirina demoqratyane ya Pirsa Kurdî re jî derbas dibe."
Cem Özdemîr, ku bi eslê xwe ji Tirkiyê ye, got ku divê Tirkî dewlemendiya etnîk û olî ya dewleta xwe qebul bike. Wî doz kir ku divê zimanê kurdî jî li kêleka zimanê fermî yê tirkî li dibistanên dewletê bête xwendin. Wî herweha got ku divê di zanîngehên tirkî de kursiyên ji bo Kurdologiyê jî hebin.
Siyasetvanê Partiya Keskan a elmanî Özdemîr herweha doza ragihandina lêburîneke giştî ji bo alîgerên PKK kir, ku ji ber pirsgirêkine bê wate ketine zindanê, lê dixwazin ciyê wan di civakê de hebe.
|
|
|
|
|
|