www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
08.07.2008 - 02:39 [ 1327 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Di navbera Kurdistan û Samîlandê de wekhevî

Sîrwan H. Berko - Gällivare, Swêd


Taximê Kurdistanê leystikek xweşik lîst, lê şansê wî kêm bû.

GÄLLIVARE (amude.com) - Di yekemîn leystika xwe de ya di pêşbirkeke navneteweyî de, taximê Kurdistanê yê gokê li hember taximê Samîlandê 2:2 lîst. Cîwar Xandan golê 1:0 û Halkor Mele Tahir jî golên 2:1 anî. Di tevaya leystikê de dora 200 weltiyên kurd ji çend bajarên Swêdê bi germî piştgirtiya taximê Kurdistanê dikir. Kurdistan Tv ev leystik zindî weşand. Herweha komek ji alavên ragihndinê yên cîhnî, di nav de jî beşên kurdî yê radyoyên elmanî (Bernama Kurdî, WDR-Funkhus Europa) û swêdî (Zayele) amade bûn. Ji aliyê hikumeta Kurdistana Iraqê ve wezîrê Werziş û Gencan Taha Berwarî amade bû. Herkesî beşdarbûna taximê Kurdistanê wekî bûyereke "dîrokî" nirxand. Taximê Kurdistanê dê roja çarşemê bi taximê Provence (Fransa), roja pêncşmê bi taximê Padania (Îtalya) û roja înê bi taximê Suryaniyan re bilîze.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000