|
|
|
23.03.2008 - 23:54
|
[ 1307 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Ahenga Newrozê ya li Parîsê hate bombekirin
amude.com
 Grûpeke ji ciwanên apoçî: "Em nahêlin Şivan bistirê!" |
PARÎS (amude.com) - Bi bangkirina dirûşmên "Bijî serok Apo!" û "Em nahêlin Şivan bistirê" dora bîst ji ciwanên kurd îroj li Parîsê êrîşî ahengeke Newrozê kir. Êrîşa wan bû sedema rawestandina ahengê ji bo demeke dirêj. Welatiyek kurd ku di ahengê de amade bû, ragihand Malpera Amûdê ku êrîşkeran "bombeya çavşewtanê" avêt nav xelkê ku bû sedema "şewata çavên gelek kesan, bi taybetî jî zarokan ku hin ji wan di nav lingan de man". Şahidê êrîşê herweha got ku di nav kesên êrîşkar de "kesên komîteya ciwanan a PKKê" hebûn, ku ji aliyê gelekan ve dihatin naskirin. Wî berdewam kir û got ku ew koma xortan "bi daran hatibûn û diyar bû ku xwe amadeyî şer kiribûn".
Di salona ahengê de nêzî 1000 kes amade bûn ku piraniya wan jin û zarok bûn. Dema êrîşkeran "Bijî serok Apo!" bang dikir, beşdaran bi "Bijî Kurdistan!" bersiv dida. Polîsên fransî koma êrîşkaran girt û dûra ahengê berdewam kir. Di ahengê de hunermendên mîna Şivan Perwer, Ronîcan û Şîlan amade bûn. Hêzên kurdistanî ev aheng amade kiribû. Hêjayî gotinê ye ku ahengên ku Şivan Perwer lê amade bûn, gelek caran rastî êrîşên ciwanên apoçî hatine.
|
|
|
|
|
|