|
|
|
23.03.2008 - 11:22
|
[ 1301 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Nivîskar Pîr Rustem azad e
amude.com
 Pîr Rustem di zindanê de ye (wêne: diha) | HELEB (amude.com) - Piştî girtina wî bi hefteyekê, nivîskar û çalakvanê kurd Ehmed Mistefa Mihemed ("Pîr Rustem") do seet 23.00 serbest hate berdan. Mihemed di 15ê vê mehê de ji ber sedemine nediyar li Helebê ji aliyê hêzên ewlekariya ezmên a parêzgeha Helebê ve hatibû girtin. Piştî girtina wî hêzên heman dezgeha ewlekariyê piştî nîvro li mala Pîr Rustem li Cindirîs li herêma Efrînê dest danî ser kompûter û pirtûkên wî û herweha rûpelên wî yên taybetî. Ehmed Mistefa Mihemed kadirek Partiya Demokrat a Kurd li Suriyê (El-Partî) ye. Wî di dema dawî de gelek nivîsarên siyasî yên rexneyî di malperên internêtê de weşandin. Pîr Rustem bi kurteçîrokên xwe yên bi kurdî hatiye naskirin.
|
|
|
|
|
|