|
|
|
12.03.2008 - 15:19
|
[ 1305 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Bi hezaran Kurd li Qamişloyê kom bûne
amude.com
QAMIŞLO (amude.com) - Bi hezaran ji welaltiyên kurd ji gelek bajarên Kurdistana Suriyê li goristana Qudurbeg a li Qamişloyê kom bûne û çaremîn salvegera Serhildana 12ê Adarê pîroz dikin. Bi taybetî hejmareke mezin ji ciwan û zarok beşdarî vê çalakiyê bûne. Nûnerên partiyên kurdî Yekîtî, Azadî, Şepêla Pêşerojê û PYD di axavtinên xwe de li ser Serhildana 12ê Adarê û şehîdên wê rawestiyan û bangî yekgirtina Peyva Kurdî li Kurdistana Suriyê kir. Li goristana Qudurbegê piraniya kesên ku di rojên Serhildana 12ê Adarê de bi fîşekên hêzên ewlekariyê yên rêjîma Suriyê hatin kuştin, hatine veşartin. Beşdaran plakatên bi dirûşmên cuda cuda bilind kirine û van dirûşman bi çepikên xurt û dengên bilind bang dikin.
|
|
|
|
|
|