www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
16.12.2007 - 12:10 [ 1986 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Balafirên tirk êrîşî Kurdistana Iraqê kir û ziyaneke mezin li dû xwe hişt (hate nûkirin)

amude.com

SILÊMANÎ/ENQERE (afp/ap/amude.com) - Balafirên leşkerî yên tirkî îroj dora sed kîlometran derbasî Kurdistana Iraqê bûn û êrîşî komek ji deverên wê kir. Ev êrîş dora sê seetan dirêj kir. Artêşa tirk ragihand ku navendên gerîlayên PKK armancên êrîşên wan bûn. Lê berpirsyarên kurd ên Kurdistana federal ragihand ku deverine dî bûne armanca êrîşên balafirên tirk. Serokatiya Kurdistana iraqê ev êrîş şermezar kir û wezareta derve yê Iraqê nerazîbûna xwe ragihand balyozxaneya Tirkiyê li Iraqê. Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ev êrîş weke serketinekê bi nav kir. Di encama êrîşan de bi kêmanî jinek hate kujtin û komek ji welatiyên kurd ên dî hatin birîndarkirin.

Îroj dora seet 01.00ê piştî nîvê şevê balafirên artêşa Tirkiyê êrîşên xwe li dijî çend deverên Kurdistana Iaqê dest pê kir. Êrîşên wan sê seetan dirêj kir. Artêşa tirk di malpera xwe de ragihand ku wê êrîşî bingehên PKKê li devera Qendîlê kiriye. Lê malpera PUKmedia ya girêdayî Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) ragihand ku wê agahî ji çavkaniyeke ewlekariyê ji devera Kanîmasî bi dest xistine, li gorî wan topxane û balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê deverên Helwe, Bêtkat, Gare û Nêrwe ên bi ser parêzgeha Dihokê ve "bi giranî bombebaran kirine". PUKmedia herweha ragihand ku hin gundên li devera Berwarî û Amediyê jî bûne armancên êrîşên balafir û topxaneyên artêşa Tirkiyê.

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), ku wekî ajansa nêzîkî PKKê hatiye naskirin, xwe dispêre PKKê û radigihîne ku di êrîşan de du welatiyên sîvîl û pênc gerîlayên PKKê hatine kujtin û sê gerîlayên dî hatine birîndarkirin. ANF herweha dinivîsîne ku du dibistan û nexweşxaneyek jî bûne aramnacên êrîşên artêşa Tirkiyê.

PUKmedia dinivîsîne ku êrîşên ji aliyê artêşa tirk ve bûne sedemên "ziyaneke madî ya pir" û ku "hejmareke pir ji gundiyên Qendîlê koçber bûne û berê xwe dane navçeya Sengeserê". Rêvebirê navçeya Sengeserê Ebdulla Ibrahîm ragihand PUKmediyayê ku ta niha zêdetir ji 140 malbat koçber bûne û hejmara koçberan jî ber bi zêdebûn ve diçe. Herweha rêxistina Xeça Sor ya navneteweyî ji bo nirxandina rewşa wan û alîkarkirina wan jî serdana koçberan kiriye. Ibrahîm ji PUKmedia re got ku di bombebaranê de welatiyeke bi navê Eyşe Elî Seyfedîn hatiye kujtin 4 welatiyên dî jî birîndar bûne. Wî berdewam kir û got: "150-200 pez ji nav çûne û avahiya dibistana Qalatukayê bi temamî rûxaye." PUKmedia herweha xwe dispêre "çend şahîdên bombebaranê ji navçeyê" û dinivîsîne ku wan ragihandiye ku di bomberananê de "hejmarek çekdarên PKKê jî hatine kujtin û birîndar bûne".

Medyaya Tirkiyê bi şêweyekî berfireh behsa êrîşan kir. Li gorî wê navendeke komandoyê ya PKKê jî bûye armanca êrîşan. Kanala televizyonê ya tirkî NTV ragihand ku di êrîşan de 50 balafir beşdar bûne. Medyaya tirkî herweha ragihand ku gerîlayên PKKê ji berê de hesabên xwe kiriye û di dema êrîşan de xwe dane alî.

Di daxuyaniyeke fermî de serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên arteşa tirk "bi tundî" şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku vegerîna li ser kiryarên leşkerî wek top û balafir "bi tu şêweyeî nabe sedema çareseriyê". Daxuyaniya serokatiya Kurdistana federal behsa "şehîdbûna jineke kurd, birîndarbûna 4 kesan û têkdana dibistaneke seretayî" dike. Di daxuyaniyê de herweha hatiye nivîsandin ku ev êrîş "bi rizamendiya nehênî ya hêzên Emerîkayê ve hatine kirin, ji ber ku ezmanê Iraqê li jêr berpirsiyariya vê hêzê de ye". Serokatiya Kurdistana Iraqê di daxuyaniya xwe de daxwaz dikin ku "ev êrîş bên rawestandin, ku qurbaniyên wê tenê xelkên hejar û sîvîl in".

Ji aliyê xwe ve wezareta derve ya Iraqê bang li balyozê Tirkiyê li Iraqê kir û nerazîbûna xwe ji ber êrîşên artêşa tirk anî zimên.

Ji dema Şerê Iraqê di sala 2003ê de, ev yekemîn êrîşa balafirên artêşa tirk bû ku tê piştrastkirin.

Serokerkanê Erteşa Tirk Yaşar Büyükanit di kanala televizyonê ya prîvat Kanal D de ragihand ku Emerîka alîkariya wan kiriye û "do bi şev ezmanê Iraqê ji me re bekir".
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000