www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
03.12.2007 - 14:41 [ 2009 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Mesud Barzanî li Viyenayê ye û rewşa wî baş e

amude.com


Mesud Barzanî
VIYENA (amude.com) - Serokê Kurdistana Iraqê Mesud Barzanî ji bo pêkanîna çend kontrolên tenduristî li Viyena paytexta Nemsayê ye. Li gorî agahiyên ku ji hin jêderên pêbawer gihan Malpera Amûdê, Barzanî roja 22.11.2007ê ligel xanima xwe bo serdaneke taybetî gihaye Viyenayê. Serokê kurd li wê derê ji aliyekî ve çend kontrolên tenduristî yên salane pêk tîne. Ji aliyekî dî ve ew li wê derê xwe di bêhnvedanekê de rehet dike. Barzanî gelek caran eşkere kiriye, ku ew ji Viyenayê hez dike û li wê derê xwe rehet hest dike. Ji dema derketina wî ji Kurdistanê û ta niha gelek nûçe li ser derketina wî hatine belavkirin, di hinan de hate îdîakirin ku serok Mesud Barzanî hatiye birîndarkirin. Bêdengiya dîwana serokatiya Kurdistana federal bû sedemê gumanan li cem hejmareke mezin ji gelê kurd. Çavkaniyên Malpera Amûdê piştrast kir ku rewşa Barzanî baş e û ewê nêzîk vegere Kurdistanê.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000