www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
11.08.2007 - 20:02 [ 2061 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

«Havîna Sar»: Kurtefilmek kurdî yê nû tê amadekirin

amude.com


Taximê filmê "Havîna Sar" di dema kişandina dîmenekî film de

DORTMUND (amude.com) - Berî çend rojan, li Elmanyayê kişandina beşê yekem ji kurtefilmekî kurdî yê nû bi dawî hat. Derhênerê kurd Ekrem Kîro ragihand ku beşê duyem ê filmê wî "Havîna Sar" dê li Kurdistana Iraqê bê kişandin. "Havîna Sar", ku 15 deqe dirêj e, behsa çîroka mêrekî kurd ê yê 35-salî yê nişteciyê Elmanyayê dike, ku nikare xwe bi şêweyekî çalak di civaka elmanî de întegre bike. Tevî ku ev zilam xwe wekî mirovekî zane dibîne, lê di rastiyê de ew jiyaneke vala û bêwate dijî.

Ekrem Kîro, ku ji Kurdistana Suriyê ye, çîroka vî filmî nivîsandiye û derhêneriya wê jî dike. "Havîna Sar" bi kamereya Kemal Seydo tê kişandin. Şêrkoh Ten-Eluş, Ruth Strickerschmidt, Felah Do Huke, Katharina Rudolph û hin kesine dî di film de dilîzin.

Ekrem Kîro ragihand Malpera Amûdê ku ew bi nêt e di dema bê de berê xwe bide Kurdistana Iraqê, da ku li wê derê kişandina filmê xwe bi dawî bîne. Wî hêviya xwe anî ziman ku dezgehên kurdî li Kurdistana azad dê piştgirtiya filmê wî bikin. Ta niha "Havîna Sar" bi piştgirtiya aliyên elmanî ve hatiye kirin, mîna Nordmedia Fonds GmbH Hannover, Kulturstiftung Ostfriesische Landschaft û bajarê Leer.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000