|
|
31.07.2007 - 21:56
|
[ 1960 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Li Parîsê «Şevbûhêrkên Kurdî» pêk tên
amude.com
 Parîs muzîka kurdî hembêz dike. | PARÎS (amude.com) - Bi beşdarbûna hunermendan Nîzamedîn Aric û Rojîn dê li Parîsê duyemîn Şevbûhêrkên Kurdî li dar kevin. Berpirsê beşê hunerê di Instîtûya Kurdî ya Parîsê de, hunermend Îsa Hesen, ragihand Malpera Amûdê ku ew dê îsal jî derfetê bidin hezkiriyên muzîka kurdî, "ku beşdarî festîvaleke muzîka kurdî ya asta bilind binin". Ev çalakiya ku para cara yekem li dar ket, dê îsal di salona binavûdeng cabaret sauvage de pêk were. Festîval roja şemiya 06.10.2007ê bi konsêrteke Nîzamedîn Aric dest pê dike û bi konsêrta Rojîn, ku dê rojekê bi dû de li dar keve, bi dawî tê. Ji bo agahiyên berfirehtir: www.institutkurde.org.
|
|
|
|
|
|