|
|
08.07.2007 - 11:10
|
[ 1821 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Dr. Mihemed Ihsan: Raporta HRW «yekalî» ye
amude.com
 Dr. Mihemed Ihsan | DORTMUND (amude.com) - Wezîrê karûbarên navçeyên derve yên herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Ihsan raporta Human Rights Watch a li ser işkencekirinên di zindanên Kurdistana Iraqê de wekî raportek "yekalî" bi nav dike. Wezîrê berê yê mafên mirovan herweha diyar dike ku "ne dûr e" ku işkence hebin, "lê ew li ser astekî şexsî ye û ti planên hikumeta herêma Kurdistanê ya işkencekirina girtiyan tune ye". Dr. Mihemed Ihsan van gotinan di hevpeyvîneke radyoya Bernama Kurdî de dibêje. Tevaya hevpeyvînê dikare di malpera Bernama Kurdî de, yan jî li vê derê bête guhdarkirin: [HEVPEYVÎN].
|
|
|
|
|
|