|
|
22.06.2007 - 16:24
|
[ 1816 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Jinên kurd dixwazin li dijî kujtinên bi navê namusê kar bikin
amude.com
 Ferha Xelîl (aliyê çepê) (wêne: frauennotruf-langenhagen.de) | HANNOVER (amude.com) - Komek jinên kurd ji herçar perçeyên Kurdistanê dixwazin dawiya hefteya bê li bajarê Langenhagen ê elmanî bicivin û komeleyekê ava bikin. Inîtsyatora vê kombûnê çalakvana mafên jinan Ferha Xelîl (43) ji Malpera Amûdê re diyar kir ku armanca vê kombûnê ya sereke ew e ku jinên kurd "bêdengiya xwe li hemberî kujtina jinan bi navê şerefê" rawestînin.
Ferha Xelîl, ku dêya sê zarokan e û ev 14 salên wê ne ku li Elmanyayê dijî, herweha got ku ew dixwazin pirsa ku mêr li jinê wekî namusa xwe dinere, ji holê rakin. Wê berdewam kir û got: "Her mirovek namusa wî heye ku dikare xwe bi xwe wê biparêze. Mêr û jin jî hin caran derdikevin derveyî sînorên pîvanên civaka me, lê ev nayê wê wateyêr ku ew bênamus dibin."
Malpera Amûdê daxuyaniya ku bangî vê civînê dike, diweşîne:
* * *
Dawetname ji bo avakirina rêxistinekê li dijî kiryarên kuştina jinan bi navê şerefê
Gelî jin û mêrên azad ên li Elmanya, Ewropa û Kurdistanê,
em jinên ne girêdayî bi tu partiyan re, ji hemû parçeyên Kurdistanê ne, em êşa kuştina jinan bi navê şerefê pirsgêrikeka çetin û karekî ne mirovane dibînin. Rehên vê babetê yên dîrokî, civakî, kulturî û olî di civaka kurdî de hene. Tevî pir guhertinên berfireh di tevaya cîhanê de û li hemî parçeyên Kurdistanê, lê belê rewşa jinên Kurdan nehatiye guhertin û pêşketin.
Tenê ji derve hewildanên siyasî her hebûn bo astengkirina wan kiryaran, bo nimûne dema kuştina Xatun Serücu sala 2005an li Berlinê yan piştî bûyera Duaa li Kurdistanê di 2007an de. Lê belê ev hîç têrê nake û ev babet ta niha di civaka kurdî de qedexe ye.
Lewra dem hatiye ku em bêdengiya xwe rawestînin û gerek e em:
• Kuştinên bi navê şerefê wekî cînayet bidin nasînê;
• kujeran ne wekî lehengan lê belê wekî tewanbaran bidin nasîn û divê ew li ser vê bingehê bên cezakirin;
• em jinan ne wekî namusa mêran binasin, û wateya namusê zelal bikin;
• bi hev re rê û çareseriyên li dijî kuştina jinan bibînin;
• berpirsyariya her kesekî ye, ku rê li ber kiryarên wisa bigire;
• mafê jinan û mafên mirovan ji jinan re bidin xuyakirin;
• li rêyên çareseriyê bigerin û têkiliyan bi malbatên têkildar re çêkin;
• amade bin ku bi kesine din re ji bo vê babetê giftûgoyan bikin, raman û pêşniyaran bikin û bihêz beşdar bibin;
• bi tevger, partî, komel, kom û kesayetiyên li welêt û derveyî welêt re hevkariyê çêbikin û bi hev re çareseriyan ji van astengan re bibînin.
Gelî jinên ji bo mafên jinan kar dikin, tevgerên jinan, tevgerên mafên mirovan, jinên mafnas, jinên rojnamevan, jinên karê civakî dikin, jinên nivîskar, jinên bijîşk, jinên mamoste, jinên hunermend û hemû jinên bixwazin beşdar bibin, hûn hemî vexwendîne vê civînê:
Roja şemiyî 30.06.2007 katjimêr 11.00 li Langenhagenê rex Hannoverê.
Navnîşan: Bürgersaal
Brinkholt 10
30851 Langenhagen
Jin û mêrên nikaribin beşdar bibin, dikarin bi rêya vê E- mailê: jinenazad@yahoo.de raman û pêşniyarên xwe ji me re rêkin.
Em ê nivîsên we di dema civîna xwe de bidin berçvan.
|
|
|
|
|
|