|
|
|
16.05.2007 - 08:03
|
[ 1286 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Frankfurter Rundschau: Kurdên Iraqê doza piştgiriya Yekîtiya Ewropayê dikin
amude.com
 Beşek ji nivîsara di Frankfurter Rundschau de |
FRANKFURT (amude.com) - Rojnameya Frankfurter Rundschau, ku yek ji mezintirîn û giringtirîn rojnameyên Elmanyayê, di hejmara xwe ya îroj de nûçe-nivîsarek dirêj li ser gotinên serokê Kurdistana Iraqê Mesud Barzanî weşandiye. Di vê nivîsarê de, ku li jêr sernivîsa "Kurdên Iraqê doza piştgiriya Yekîtiya Ewropayê dikin" hatiye weşandin, giringtirîn gotinên Barzanî ku wî di Parlamenta Ewropayê de pêşkêşî parlamenterên ewropî kirin, hatine weşandin. Siruan Hadsch-Hossein (Sîrwan H. Berko) û Edgar Auth (pisporê Kurdan di Frankfurter Rundschau de) ev nivîsar amade kirine. Malpera Amûdê ev nûçe-nivîsar wergerandiye bo kurdî û wê li vê derê diweşîne:
* * *
Kurdên Iraqê doza piştgiriya Yekîtiya Ewropayê dikin
Serokê Kurdên li bakurê Iraqê Mesud Barzanî ji daxwaza Yekîtiya Ewropayê ya bipaşxistina referenduma Kerkukê ya li ser pêşeroja paytexta dahatû ya herêmê ne razî ye.
SIRUAN HADSCH HOSSEIN û EDGAR AUTH
Serokê herêma Kurdan a autonom li bakurê Iraqê, Barzanî, nerazîbûna xwe ji piştgiriya ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve ji bo herêma xwe eşkere kir. Di serdanekê de ji bo Parlamenta Ewropayê li Brûkselê Barzanî got ku ew dixwaze ji Ewropiyan re nerîna kurdî derbarey rewşa li Iraqê şirove bike. Barzanî piştî axavtinên xwe ji Frankfurter Rundschau re got: "Me modêleke demokratyane saz kiriye ku hêjayî piştgiriyê ye. Mixabin em ji hin reaksyonên di hundirê Yekîtiya Ewropayê de ne razî ne." Wî herweha got ku Kurd di wê hêviyê de ne, ku ev yek dê nêzîk bête guhertin. "Pêwîstiya Kurdistanê pir bi alîkariya di jinûveavakirinê de heye. Em bi taybetî ji serokatiya Elmanyayê ya Yekîtiya Ewropayê hêviya bêtir piştgirî dikin."
Ku gelek Ewropî bipaşxistina referenduma li ser Kerkukê dixwazin, ciyê nerazîbûna Barzanî ye. Li gorî xala 140ê ya destura Iraqê ya niha gerek referendum dawiya 2007ê pêk bê. Hingî gerek nişteciyên bajêr li ser girêdana bi herêma Kurdistanê ya autonom ve biryarê bidin. Kurd dixwazin Kerkukê bikin paytexta herêma xwe. Lê belê beşine mezin ji kêmayetiyên Turkmen û Ereb li dij in. Ereb ji aliyê dîktatorê iraqî yê berê Sedam Hisên ve li navenda herêma kurdî ya bi petrolê zengîn hatibûn bicîkirin, da ku rewşa desthilatdariyê li dijî berjewendiyên Kurdan biguherîne û doza Kurdan ji bo madeyên mîna neft û xaza sirûştî têk bibe. Hikumeta li Bexdayê dixwaze niha vê yekê bi paş ve vegerîne, weke mînak di dayina pereyan de ji bo derketina Ereban a bi reza xwe.
Yekîtiya Ewropa ditirse ku rewşa li Kerkukê xerabtir bibe, ger encama referendumê ji bo Kurdan erênî be. Ewropî yekîtiya Iraqê baştir dibînin û piştgiriya beşên bi serê xwe nake. Barzanî acizbûna xwe ji wê yekê nîşan da, ku YE bêtir li grûpên ereb û turkmen ên biçûk guhdar dike ke li şeş milyon Kurd. Barzanî diyar kir ku bi taybetî grûpên ereb ên ne razî sûd ji dîktatoriyeta Sedam digirtin û tiştekî normal e ku ew li dijî rewşa niha bin. Barzanî Turkmen wekî "birayên me" bi nav kir û diyar kir ku "Cebheya Turkmanî" ya oposotsyonêl li ser hin aliyên tirk ve mehsub in. Ev yek ziyanê digihîne Pirsa Kurdî, wilo Barzanî.
Barzanî herweha bêtir învestîtsyonên [istismar] ewropî li Kurdistana Iraqê hêvî dike. Ew bi taybetî ji nebûna interesa YE ji bo jinûveavakirina bajarê kurdî Helebça ku rastî êrîşa bi xazên kîmyawî ji aliyê leşkerên Sedam ve hatibû, ne razî ye.
Li ser tehdîdên Tirkiyê ku bikeve bakurê Iraqê da ku şerê PKK bike, Barzanî got ku divê ev pirsgirêk siyasî bê çareserkirin. „Mixabin ez dibînim ku Tirkî PKK tenê wek behane bi kar tîne, da ku êrîşî me bike.“ Barzanî herweha got ku divê Tirkî bi xwe pirsgirêka Kurdên li cem xwe çarser bike. „Em tehdîdan nakin, lê em her şêweyê tehdîdan qebul nakin û emê bersiva wan jî bidin.“ Li çiyayên bakurê Iraqê dora 5000 rebelên PKK ên tirk-kurd têne gumankirin.
* * *
Tevaya nivîsarê bi zimanê elmanî dikare li vê derê bê xwendin:
http://www.fr-online.de/in_und_ausland/politik/aktuell/?sid=026a8815d73731a978a9e58bb36ff783&em_cnt=1136596.
|
|
|
|
|
|