|
|
01.03.2007 - 23:00
|
[ 1800 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Hikumeta Kurdistana federal kanaleke televizyonê vekir
amude.com
 Frekvensên kanala nû (wêne: PUKmedia) | HEWLÊR (PUKmedia/amude.com) - Îroj weşana testê ya kanala kurdî ya nû "Newroz Tv" dest pê kir. "Newroz Tv" kanala fermî ya hikumeta Kurdistana federal e. Birêvebirê giştî yê ragihandinê di Wezareta Rewşenbîrî de hikumeta kurdî ragihand ku ev kanal dê ji sê beşan pêk bê: beşek ji bo xebata hikumet û parlamentê, beşek ji bo zarokan û pirsên wan û beşê siyem ji bo pirsên ciwanan. Beşê ji bo ciwanan dê rojane ji seet 20.00 ta 01.00 li gorî dema Kurdistanê bête weşandin. Hêjayî gotinê ye ku ev kanala cuda ye ji kanala "Newroz Tv" a din, ku weşana wê ya test berî çend rojan dest pê kiriye. Eva dawî girêdayî PKK ye.
|
|
|
|
|
|