www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
15.02.2007 - 05:02 [ 1835 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

1.5 milyon dollar ceza ji bo du zarokên kurd!

amude.com

QAMIŞLO (amude.com) - Du rêxistinên mafên mirovan ên kurdî ragihand ku dadgeha ji bo tawanên zarokan li Hisiçayê li du zarokên kurd şeş meh zindan û 50 hezar lêreyên surî birîn. Rêxistinan herweha diyar kir, ku dadgehê herweha biryar daye ku divê herdu zarokên kurd Kawa Mihemed Seîd Salih Bekir û Hisên Xelîl 76.5 milyon lîreyên surî (dora 1.5 milyon dollar) bidin, "nirxê ziyana ku gihaye avahî û dezgehên dewletê li bajarê Dirbêsiyê". Ligel ku ev biryar di 2ê vê mehê de hatibû stendin, parêzerê herdu zarokan ew piştî 11 rojan bi dest xist. Kawa û Hisên, ku herdu jî ji bajarê Dirbêsiyê ne, têne gunehkarkirin ku wan di rojên Serhildana adara 2004ê de li bajarê xwe avahiyên dewletê şewitandine.

Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan (KCHR) û herweha Rêxistina Kurdî ji bo Berevaniya Mafên Mirovan û Azadiyên Giştî li Suriyê (DAD) di du daxuyaniyan de, ku ji Malpera Amûdê re hatine şandin, vê biryara dadgehê şermezar û protesto dikin û wê wekî "biryareke siyasî" û "li dijî destur û qanunên Suriyê" bi nav dikin. Ew herweha bangî rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku piştgirtina van girtiyan bikin û ji bo azadiya wan tevbigerin.

Hêjayî gotinê ye, ku di 15.07.2004ê de ji aliyê serokê Suriyê ve efuyeke giştî ji bo hemî girtiyên Serhildana Adarê derket, ku gerek li gorî wê hemî ji zindanan derketibana. Lê hîn jî komek ji welatiyên kurd ji hingî ve di zindanan de ne û çarenvîsa wan ne diyar e.

Ji aliyekî dî ve û di heman dozê de, dadgehê dozên zarokên kurd Tariq el-Umerî, Elî Mehmud Eyo, Behaeldîn Ibrahîm, Salih Ezîz û Ehmed Şêxo dereng xist bo roja 04.02.2007ê. Parêzerên van girtiyan ji dadgehê re eşkere kir, ku tu belge li dijî miwekilên wan tune ne û doza serbestberdana wan kirin. KCHR di daxuyaniya xwe de diyar dike, ku parêzeran ji dadgehê re gotiye, ku axavtinên miwekilên wan "bi zorê ji wan hatine stendin û ti qanun van gotinan napejirîne".

Di vê dozê de bi giştî 46 zarokên kurd têne dadgehkirin. Ew hemû bi karên xerabkirinê di dema Serhildana adara 2004ê de têne gunehkarkirin.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000