www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
07.02.2007 - 22:38 [ 1748 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Li Essenê kursên zimanê kurdî pêk tên

amude.com

ESSEN (amude.com) - Li Zanîngeha Duisburg-Essenê ya elmanî dê di meha adarê de du kursên intensîv ji bo fêrkirina zimanê kurdî (kurmancî) pêk bên. Kurs ji bo wan kesan e, yên ku bi kurdî nizanin lê dixwazin fêr bibin. Kursê pêşî dê di rojên 19 ta 23ê adarê li dar keve, yê duyem, ku dê berdewamiya kursê pêşî be, dê ji 26 ta 30ê adarê pêk were. Hêjayî gotinê ye ku her sal li Zanîngeha Essenê kursên kurdî pêk dihatin, lê ji ber ku kesek nediçû wan kursan, ew hatin rawestandin. Îsal ev kurs dê dîsa pêk werin û amadekarên wan hêvî dikin ku hejmareke mezin ji Kurdan beşdarî kursan bibin, da ku fêrî zimanê xwe bikin. Ji bo agahiyên berfirehtir û qeydkirinê: www.uni-duisburg-essen.de/sprachkurse/intensiv.shtml.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000