www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
06.02.2007 - 20:46 [ 1846 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Ji bo Serê Kaniyê 12.655 Euro gihan hev

amude.com

DORTMUND (amude.com) - Piştî lehiya ku li Serê Kaniyê li Kurdistana Suriyê pêk hat û di encamê de ziyaneke pir mezin giha hejmareke mezin ji nişteciyên bajêr, li Elmanyayê ji bo piştgirtina xelkên Serê Kaniyê kampanyayeke piştgirtinê pêk hat. Di daxuyaniyekê de, Komela Dostên Serêkaniyê li Elmanyayê diyar dike ku di encama kampanyayê de 12.655 Euro û 50 Dollar gihan ser hev. Malpera Amûdê tevaya daxuyaniyê li vê derê diweşîne:

* * *

Kampanya piştgirtina ziyanlêketîyên lehîyê li Serê Kanîyê bi dawî hat


Hinekî bi derengî ket, lê nuha piştî ko alîkarî gehîşt Serêkaniyê em karin eşkere bikin, ko kampanya piştgirtin û alîkarîyê bi ziyanlêketîyên lehîyê re, ko Komela Dostên Serêkanîyê pê rabûbû bi encameke baş gîha serî. Alîkarîya ko hate kirin karîbû mezintirbaya, lê mixabin ji ber ko em hîna hîn nebûne, yan jî ew bawerî peydanebûye, ko her yek bê lêpirsîn here banka xwe û alîkarîyê li gora karîna xwe rêke ser Konto ya alîkarîyê, dostên Serêkanîyê mecbûrbûn li metoda kurdîya dîrokî vegerin û herin li derîyan bixînin. Ji ber ko destê me û dostan negihîşt tevaya Almanya û Europayê, em vê encama bidestketî hêja û bilind dibînin û loma jî bi navê Komela Dostên Serêkaniyê li Almanyayê ez dixwazim hemû kesayetî û dezgehên kurdî li Almanya û li derveyî wê supas bikin ji bo alîkarîya wan di kampanya piştgirtina ziyanlêketîyên lehîya Serêkanîyê de.

Supasîyeke taybetî ji bo kanala ROJ.TV ya asmanî, ko di rojên rabûna avê de, rojane bi bûyerên lehîyê re bû û banga komelê li ser zimanê berpirsyarê komelê gihand gelê me yê kurd li welêt û derveyî wî.
Supasîya taybetî ji bo malperên Internet ê yên kurdî Amude.com, efrîn.net, tirêj.com û malpera xwendevanên zanîngegha Braunschweig ê, ko banga Komela me bi zimanên kurdî û erebî belavkirin û bal kişandin ser vê kampanya me.
Supasîyeke taybetî ji komelên çandî yên kurdî li bajarên almanî Aachin û Halle, ko beşdarî kampanya me bûn û bi xurtî piştgirî kirin.
Supasîyeke taybetî ji bo hunermendên kurd yên di şeva Aachenê de (Evîna Welat, Fehid Silêman, Hemîd Silêman, Gulîstan Sobarî, Abbas Ehmed, Şukrî û Ebbas) û şeva Dortmund ê (Ronîcan, Alî Sofî, Zuhêr Cemîl û Rûbar) beşdarbûn û hunera xwe xistin bin xizmeta kampanya alîkarîyê û komela Dostên Serêkanîyê.
Supasîya taybetî ji bo hemû kesayetî yên kurd, ko alîkarî bi ziyanlêketîyên lehîyê re kirin çi di rêka hesabê bankê yê komelê reû çi yên bi destên xwe alîkarî şandin ji ziyanlêketîyên lehîyê re.

Bi temamî ev alîkarîyên jêrîn gehîştin xelkên Serêkanîyê: 12.655 Euro + 50 Dollar.

Ev alîkarî bi vî cûreyê xwarê gehîşt:
1 - Konto: 330 Euro
2 - Wolfenbüttel + Braunschweig: 660 Euro
3 - Wolfsburg + Braunschweig: 1215 Euro + 50 Dollar
4 - komîta Eisleben û Halle 920 Euro
5 - komîta Bremen ê: 1660 - 250 Euro xercî (Rojhilat û Bremen)
qutbûye ma: 1410 Euro
6 - Herne, Essen û Îspanya: 2035 - 20 Euro xercî qutbûye. Ma 2015
7 - Aachen û şeva Aachenê 1965 Euro
8- Komîta Vechta, Minden, Lohne, derdora 4330 - 190 Euro xercî qutbûye ma
Hannover ê û Badsalzuflen. 4140 Euro


Civata rêvebirina komelê li ser pirsa belavkirina lîsteyên alîkarîyê di çapemenîyê de axaftin kir. Pêşniyarek hebû ko hemû nav û hemû lîste werin belavkirin, da her tişt eşkere û serrast be û ji bo di dîroka bêşên kurdî de bibe cara yekem, ko hemû pel û belge diyar û bellî bin. Pêşniyar bi ser neket. Piraniya endaman baştitr dîtin, ko lîste bi temamî neyên belavkirin, ji ber gelek behaneyan. Yek jê ewe, ko hinek kesên alîkarî dane diçin welêt û tên û naxwazin serê wan bi hukmeta Sûrîyê re biêşe. Behana din ewe, ko kesên alîkarîyeke biçûk dane, nekevin ber şermê. Loma biryara dawî hate standin, ko ev jimarên peran bi vî cûreyî werin belavkirin.

Loma em eşkere dikin, ko kesê bixwaze bizanibe gelo alîkarîya wî gehîştiye yan na û dilê xwe di cî xîne, kare kontaktê bi civata rêvebirina komelê re bike, li ser vê e-maila hanê: suliman-ali@web.de yan jî li ser numera Telefonê 0049 (0)5361-7072824 yan jî 0170-9045118 û pirsyara xwe ji me re bişîne. Komele wê bersivê bide û zelal bike, bê çi alîkarî ji wî kesî gehîştiye.

Mîna ko me ji destpêke de sozdabû, em bangî her kesî dikin, ko alîkarîya ziyanlêketîyên lehîya Serêkaniyê kiriye û belgeyeke bêşê dixwaze, bera ji kerema xwe re li ser e-mail a li jor nav û navnîşana xwe ji me re rê ke, da em belgeyên wan ji wan re bişînin.

Gelek supas û bimînin di xweşîyê de û bera hew lehî li welatê me rabin

Bi navê Komela Dostên Serêkaniyê li Almanyayê

Silêman Alî

01.02.2007

 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000