www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
19.01.2007 - 12:12 [ 1333 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Li Swêdê Kurdê/a salê tê hilbijartin

amude.com


Di galaya par de Darîn Zanyar (li vê derê ligel diya xwe) wekî "Kurdê sala 2006ê" hate hilbijartin (wêne: erşîv)
STOCKHOLM (amude.com) - Ji bo hilbijartina "Kurdê/a salê" û "dostê/a Kurdan ê/a salê" li Swêdê dê îsal li Stockholma paytext galayeke kurdî pêk were. Nûnerîtiya hikumeta Kurdistana federal a bakurê Ewropayê dê di vê ahengê de wê kesayetiya kurd xelat bike, ku di sala borî de bi xebata xwe di asta Swêdê de diyar bûye. Herweha dê ji nav dostên Kurdan ên swêdî kesek bête hilbijratin û wekî "dostê/a Kurdan ê/a salê" bête xelatkirin. Hunermendên kurd Darîn, Niştî Stêrk û Özz Nûjen, ku bi hunera xwe di civata swêdî de navdar bûne, dê beşdarî vê galayê bibin.

Jûriyek ku ji Evîn Rubar, Ann Eriksson, Debbie Nûjen, Rohat Alakom û Dana Marouf pêk tê, dê kesayetiyên salê hilbijêre.

Sala borî Darîn, siyasetvanê Fredrik Malm û hunermend Gösta Ekmanxelata xelat stendin.

Gala dê roja 25ê vê mehê li Södra Teatern, Mosebacke Torg 1-3, li Stockholmê li dar keve.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000