|
|
|
18.01.2007 - 17:53
|
[ 1292 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Elmanya: Ji malên xwe dernekevin!
amude.com
FRANKFURT (dpa/amude.com) - Elmanya û hin welatên ewropî yên dî bûne armanca bahozeke mezin bi navê "Orkan Kyrill". Ev xurtirîn bahoza di 20 salên dawî de ye. Ta niha li Ewropayê bi kêmanî 13 kes mirine. Pisporên elman bangî xelkê dikin, ku ji malên xwe dernekevin, ger derketina wan ne zêde pêwîst be. Li seranserî Elmanyayê tirên rawestiyane û bi dehhezaran kes li rawestgehên tirênan asê mane. Wilo dixuye ku tirên dê ta sibe rawestin. Di dîroka Elmanyayê de ev yek tucarî pêk nehatiye. Li gelek bajarên elmanî êlektrîk qut bûye. [Li wêneyan temaşe ke]
|
|
|
|
|
|