www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
09.01.2007 - 03:13 [ 1832 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Li Swêdê rêjîma Suriyê hate şermezarkirin

amude.com


Kurdan doza azadiya Miheyedîn Şêx Alî kir


STOCKHOLM (amude.com) - Dora 100 Kurdên nişteciyên Swêdê do danê nîvro li pêşiya balyozxaneya Suriyê li Stockholmê civiyan û rêjîma Suriyê protesto kir. Xwenîşanderên kurd herweha ji rêjîma Suriyê doza serbestberdana siyasetmedarê kurd Miheyedîn Şêx Alî kir. Şandekê ji amadekarên çalakiya protestoyê xwezt nameyeke protestoyê radestî balyozxaneyê bikin, lê derî ji wan re nehate vekirin. Li gorî agahiyên Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Suriyê (Yekîtî), sekretêrê partiyê Şêx Alî di 20.12.2006ê de li bajarê Helebê ji aliyê hêzên ewlekariya Suriyê ve hatiye girtin. Ta niha nediyar e bê Şêx Alî li kû ye û di çi rewşê de ye. Rêxistinên Swêdê yên partiyên kurdî li Suriyê çalakiya li Stockholmê amade kiribû. FiratWebbTV çend dîmenên xwenîş,andanê li vê derê pêşkêş dike: VÎDYO
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000