www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
27.12.2006 - 00:34 [ 1751 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Partiya Yekîtî ji «kurdistanî» re got na

amude.com


Partiya Yekîtî
QAMIŞLO (amude.com) - Pêncemîn kongirê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Suriyê pêşniyaza guhertina navê partiyê ji "Kurdî" bo "Kurdistanî" nepejirand. Ev pêşniyaz di dema berî kongireyê de di partiyê de dihate guftûgokirin û ew wekî "xweztekeke cemawerî" dihate binavkirin. Lê di deqeya dawî de partiyê ji pêşniyaza xwe re got na. Kongir herweha doza yekbûna herêmên kurdî li Kurdistana Suriyê Cezîrê, Kobanî û Efrîn di îdareyekê de kir. Biryareke din ew e, ku divê rê ji gelê kurd li Suriyê bête vekirin, ku ew "di warên teşrîî, îdarî û dadî de di pirwaza sîstema demoqratyane ye parlamentyane de xwe bi xwe îdare bike". Çavkaniyeke taybetî ragihand Malpera Amûdê ku di nav partiyê de - bi taybetî di nav rêxistinên li Ewropayê de - gelek acizî ji encamên vê kongireyê çêbûye.

Di daxuyaniya dawî ya kongirê xwe de, ku wekî "Kongirê Serhildana Adarê" hatibû binavkirin, Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê baştirîn çareserî ji bo pirhejmara neteweyî, olî û taifî li Suriyê di "sîstemeke ne navendî, siyasî û demoqratî" de dibîne, "ku hay ji hemî tewazinên di navbera hemî pêkhatinên civaka surî de hebe û belavkirina dadmend a desthilatdarî û sewretê misoger bike".

Kongir Yekîtî herweha biryar da, ku her sal di roja 24ê hizêranê de "li dijî projekta Kembera Erebî ya istîtanî bête rawestandin û doza rakirina wê bête kirin". Herweha biryar hate dayin, ku her sal di êvara Newrozê û ya Serhildana 12ê Adarê de "bi şev mûm bêne pêxistin".

Di kongir de herweha polîtbîroyeke nû hate hilbijartin. Gerek di rojên bê de sekretêrek nû bête hilbijartin.

Tevaya daxuyaniya kongirê Partiya Yekîtî dikare bi zimanê erebî li vê derê bête xwendin: DAXUYANÎ.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000