www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
24.12.2006 - 17:00 [ 1274 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Yekîtî endamek birêvebir ji partiyê avêt û pêncên din cemidanin

amude.com


Partiya Yekîtî
QAMIŞLO (amude.com) - Partiya Yekitî ya Kurd li Suriyê biryarine giran li dijî çend endamên xwe yên birêvebir ên li Ewropayê derxistin. Li gorî agahiyên taybetî bo Malpera Amûdê, endamek ji komîteya rêxistina Ewropayê bo du mehan hatiye cemidandin, sê endamên komîteya rêxistina Elmanyayê bo 9 mehan hatine cemidandin û endamekî dî ji partiyê hatiye avêtin. Hemî endamên birêvebir têne gunehkarkirin ku ew di lêdana du endamên partiyê de, ku di 18.11.2006ê de di konferanseke yek ji herdu rêxistinên Elmanyayê de pêk hatibû, beşdar bûn an jî bi erkî xwe yê hizbî li hemberî wê bûyerê ranebûbûn.

Herweha endamê partiyê û yek ji goriyên lêdanan Xalid Ebuliz bo du mehan hate cemidandin, ji ber wî agahiyên bûyerê ragihandibûn Malpera Amûdê. Yekîtî herweha biryar daye, ku ger ew di dema bê de agahiyan bi dest xîne, ku destê endamekî di bûyera lêdanan de hebe, ew endam dê bête cemidanin an jî ji partiyê bête avêtin.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000