www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
22.12.2006 - 01:27 [ 1842 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Pirtûkeke kurdî ya nû derket:
«Jiyan Helwest e»


amude.com


„Jiyan Helwest e – Nivîsarine rexneyî“
STENBOL (amude.com) - Ji nav weşanên do li Stenbolê bi navê „Jiyan Helwest e – Nivîsarine rexneyî“ yekemîn pirtûka rojnamevan Sîrwan H. Berko derket. Di vê pirtûkê de 21 nivîsarên rexneyî yên bijarte hatine weşandin, ku nivîskar ew di du salên dawiyê de di Malpera Amûdê de weşandine. „Jiyan Helwest e – Nivîsarine rexneyî“ ji 88 rûpelan pêk tê.

Di pêşgotina „Jiyan Helwest e – Nivîsarine rexneyî“ de hatiye nivîsandin:

“Di nav me Kurdan de rewşeke wilo peyda bûye, ku pir kêm kes diwêrin ji neheqî û xerabiyên navxweyî re bêjin na. Kesê ku vekirî nerîna xwe bêje, ew rastî hemî şêweyên êrîş û çewisandinan tê. Hêzên kurdî yên xwedî desthilat bi mebest Kurdan ji bo berjewendiyên xwe dixapînin, wan di tariyê de dihêlin.

[...]

Ev nivîsar nerînine subjektîv in û teqez ne bê kêmasî ne. Ew bersiva çanda koletî, xapandin û şelafiyê ne. Ez di wê baweriyê de me ku pêwîstiya me bi çandeke eşkere heye, ku mirov bikaribe şaşitiyên di nav me Kurdan de bi nav bike, bêyî ku ev yek mîna dijminayetiyê bête dîtin û mirov li ser jiyana xwe bitirse.”


Sîrwan H. Berko kî ye?

- Di sala 1977ê de li bajarê Amûdê ji dayik bûye û di dawiya sala 1990î de koçberî Elmanyayê bûye;
- xwedî û berpirsê Malpera Amûdê (www.amude.com);
- endamê Yekîtiya Rojnamevanên Elman (dju) û Federaliya Rojnamevanan a Cîhanî;
- xebatkarê serbest ê dezgeha televizyon û radyoyê ya elmanî “Westdeutscher-Rundfunk” (WDR, Funkhuas Europa);
- peyamnêrê Kurdistanê yê rêxistina Peyamnêrên Bêsînor a navneteweyî
- nivîsên wî bi kurdî û elmanî û herweha wergerên wî yên ji elmanî, ingilîzî û erebî di gelek malperên internêtê û komek kovar, pirtûk û rojnameyan de derketine;

E-Mail: sirwan@amude.com

-----------
Sîrwan H. Berko
Jiyan Helwest e (Nivîsarine rexneyî)
Weşanxaneya do
Stenbol, Beyoglu
Tel/Faks: 0212-2430153
E-Mail: doyayinlari@hotmail.com
ISBN: 975-9944-15-4
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000