www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
10.12.2006 - 20:45 [ 1781 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Rêjîma Suriyê Kurdan teror dike

amude.com

QAMIŞLO (amude.com) - Hêzên ewlekariyê yên rêjîma Suriyê îroj dema nîvro bi êrîş û lêdanan bersiva çalakiyeke Kurdan a protestoyê kir. Endamên polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê Fuad Elîko û Ismaîl Hemê û herweha Ibrahîm Biro û Mihemed Emîn bavê Ebas di nav wan kesan de bûn, ku ji ber lêdanan hatin birîndarkirin. Piştî ku beşdarên çalakiyê bi keviran êrîşî hêzên ewlekariyê kirine, hêzên rêjîmê êrîşa xwe rawestandiye. Amadekarên çalakiya protestoyê di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku serokê dezgeha ewlekariya leşkerî li Qamişloyê ji Kurdan re gotiye: "Ev xak erebî ye û yê ku qebul nake, bila ji vir here." Amadekar behsa dora 1500 Kurdî dikin ku beşdarî xwenîşandanê bûne.

Berpirsê Şerpêla Pêşerojê Mişeel Temo ragihand Malpera Amûdê ku dora 3000 endamên hêzên ewlekariyê li taxa Enteriyê li Qamişloyê pêşwaziya çalakiya Kurdan kiriye. Wî got ku armanca wan ew bû ku bi şêweyekî aşityane di Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan de balê bikişînin ser rewşa li Suriyê û bi taybetî ya gelê kurd li Suriyê û binpêkirina mafên wan ji aliyê rêjîma Bees ve. Temo berdewam kir û got: "Em li dijî zordariyê ne, lê ji ber ku hêzên rêjîmê êrîşî me kir, xortan bi keviran bersiva wan êrîşan da." Temo herweha diyar kir, ku piştî van êrîşên bi keviran, berpirsên hêzên ewlekariyê ji amadekaran tika kiriye, ku êrîşan rawestînin. Wî got: "Ev yek dersek bû ji rêjîmê re, da ku bizanibe ku dema em bixwazin, em dikarin li ber xwe bidin."

Piştre sekretêrê Partiya Yekîtî Hesen Salih axavtinek pêşkêşî amadekaran kir û êdî çalakî bi dawî bû.

Partiyên Yekîtî, Azadî û Şerpêla Pêşerojê yên kurdî li Suriyê bi helkefta Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan bangî vê çalakiyê kiribû. Wan herweha şandek şand avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Şamê, da raportekê li ser rewşa li Suriyê bi giştî û ya gelê kurd bi taybetî radestî berpirsyarên NY bike.

Herweha îroj li zanîngehên Heleb û Şamê hejmareke mezin ji xwendekarên kurd bi bêdengî û bilindkirina pankertan li dijî binpêkirina mafên gelê kurd li Suriyê protesto kir û ji rêjîma Suriyê doza misogerkirina van mafan kir.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000