|
|
03.11.2006 - 22:53
|
[ 1777 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Ebdilhelîm Xedam: Surî dê erebî bimîne!
amude.com
 Ebdilhelîm Xedam | DORTMUND (amude.com) - Cîgirê serokê Suriyê yê berê û berpirsê Eniya Felata Niştimanî li Suriyê (EFNS) Ebdilhelîm Xedam dewleta Suriyê di pêşerojê de jî wekî dewleteke erebî dibîne. Xedam îşev di "Koçka Serhildana Binxetê" ya Paltalkê de got, ku ger rêjîma Suriyê bête rûxandin, navê Suriyê dê bimîne "Komara Suriyê ya Erebî". Wî ji beşdarên kurd re got: "Şîreta min li we ev e, ku hûn vê mijarê guftûgo nekin." Piştî ku hin Kurdan gotinên wî rexne kirin, Xedam nema xwest berdewam bike û piştî nîv seetê ji hatina wî nema xwest berdewam bike û çû.
Hêjayî gotinê ye, ku dora 10-15% ji nişteciyên dewleta Suriyê kurd in. Ew di destura surî de wekî netewe nayên pejirandin. EFNS di 04.06.2006ê de li Londonê hate damezirandin û armanca wê rûxandina rêjîma Suriyê ye. Partiyên kurdî li Suriyê beşdarî vê rêxistina ku ji Biraderên Musilaman û Ebdilhelîm Xedam ve pêk tê, nebûne. Piraniya wan nezelalbûna helwesta EFNS li ser Pirsa Kurdî li Suriyê wekî sedem bi nav dikin. Tenê Selah Bedridîn û çend zilamên wî di EFNS de cî digirin.
|
|
|
|
|
|