|
|
21.10.2006 - 01:20
|
[ 1788 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Bêhêviyê keçeke kurd şand mirinê
amude.com
 Dalya tim lêv bi ken bû, lê ew bû goriya bêhêviyê | AMÛDÊ (amude.com) - Li bajarê Amûdê li Kurdistana Suriyê, keçeke kurd xwe daliqand û jiyana xwe bi dawî anî. Li gorî agahiyên Malpera Amûdê, Dalya Geloo (22) xwe ji ber bêhêviyê kujt. Ji ber ku di ezmunên bakalorya yên dawî de ji bo serketina wê xalek jê kêm bû, ew ketibû rewşeke nefsî ya pir xerab û dawî li jiyana xwe anî. Dalya weke keçeke civakî ya xwedî exlaqine baş û ji aliyê derûdora xwe ve hezkirî dihate naskirin. Wê berî niha bakaloryaya aborî bi dest xistibû, lê armanca wê ew bû ku bikaribe di xwendia xwe de bêtir biserkeve, da ku bikaribe di zanîngehê de bixwîne. Bêhêvî û nebûna perspektîvê mezintirîn pirsgirêkên ciwanên kurd li Kurdistana Suriyê n; ew encamên siyaseta rêjîma Suriyê ya têkbirina jiyana civakî ya Kurdan e.
Bi taybetî ciwanên kurd li Kurdistana Suriyê ji ber siyaseta rêjîma Suriyê ya çewisandina berdewam di rewşeke civakî ya pir xerab de dijîn. Tek hêviya wan ew ku di rêya xwendinê re bikaribin xwe ji vê rewşa dijwar rizgar bikin. Piraniya ciwanên kurd bêkar in û ji aliyê dewletê ve ti programên civakî û yên piştgirtiyê ji bo wan nayên pêkanîn. Mîna tevaya herêmên li Kurdistana Suriyê, welatiyên kurd û bi taybetî nifşên ciwan ji aliyê dewletê ve bi temamî têne piştguhkirin. Ev rewş bêhêviyê bi ciwanan re çêdike û dibe sedema têkbirina rewşa wan a nefsî. Ji ber vê yekê ciwanên kurd tim pê difikirin û herweha hewil didin ku koçberî welatên ewropî bibin, da bikaribin ji xwe re pêşerojekê peyda bikin.
|
|
|
|
|
|