|
|
|
15.10.2006 - 00:19
|
[ 1274 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Kurdistan jî kete GfbV
amude.cm
DORTMUND (amude.com) - Civîna giştî ya Rêxistina Miletên di bin Gefê de (GfbV) di kombûna xwe roja 7ê vê mehê de li bajarê Göttingen ê elmanî rêxistina Kurdistana Iraqê ya GfbV bi şêweyekî fermî pejirand. Rêxistina Kurdistana Iraqê di hizêrana îsal de li Hewlêrê hatibû damezirandin. Ji Kurdistanê tikes beşdarî vê civînê nebû. Berpirsê Rojhilata Navîn di GfbV, Dr. Kemal Sîdo, bi navê rêxistina li Kurdistanê axivî. GfbV rêxistineke navneteweyî ye, ku ji bo mafên miletên ku têne çewisandin, dixebite. Ew bi taybetî piştgirtiya doza Kurdan dike û li dijî binpêkirina mafên wan çalak e.
|
|
|
|
|
|