www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
09.10.2006 - 16:16 [ 1846 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Yekîtî doza çalakiyan dike, lê nizane çawa

amude.com


Hesen Salih: Ne xweşbîn im.
QAMIŞLO (amude.com) - Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê Hesen Salih eşkere kir, ku ew ti hêviyê di rêcîma Suriyê de nabîne. Salih ji Malpera Amûdê re got, ku ji bo ku rêcîm guhertinan pêk bîne û mafên Kurdan bide wan, "xwepêşandan û çalakiyên protestoyê pêwîst in". Salih herweha diyar kir, ku wekî partî ti programeke wan a konkrêt tune ye, ku bi karekî wilo rabe. Siyasetvanê kurd herweha got ku partiyên kurdî li Suriyê niha li ser nerîneke hevbeş ji bo çareserkirina Pirsa Kurdî li Suriyê guftûgo dikin. Wî got: "Ger em negihên nerîneke hevbeş dê kongireyeke neteweyî pêk neyê." Hesen Salih eşkere kir, ku ew ne zêde xweşbîn e ku Tevgera Kurdî dê li ser xalin bingehîn li hev bike.

Piştî ku di 5ê vê mehê de Kurdan dixwest li dijî Serjimartina Awrate li Şam xwepêşandanekê li dar xînin, ku ji aliyê hêzên rêjîma Suriyê ve bi êrîş, lêdan û girtinan hate têkbirin, Hesen Salih diyar kir, ku nema baweriya wî bi sozên rêjîma Suriyê heye. Ligel ku rêjîma Suriyê di salên dawî de gelek caran ragihand, ku ewê pirsa Kurdên bê nasnameya surî çareser bike jî, lê ta niha tiştek pêk nehatiye. Êrîşa li dijî çalakiya Kurdan li Şamê bû sedema acizbûna di nav Kurdan de.

Ev demek ku Hevbendî û Enî yên Kurdî li Suriyê doza pêkanîna kongireyekî niştimanî dikin. Herdu dezgehên kurdî, ku ji 7 partiyan pêk tên, komîteyeke xwe ya hevbeş saz kiriye û nerîneke hevbeş ji bo çareserkirina Pirsa Kurdî li Suriyê pêşkêş kiriye. Sekretêrê Partiya Yekîtî Hesen Salih eşkere kir, ku "em naxwazin tenê li ser xalên biçûk li hev bikin; me ev yek 50 salî kiriye". Salih diyar kir, ku ji bo partiya wî giring e, ku di nerîna hevbeş de bête nivîsandin, ku "Pirsa Kurdî pirsa xak û milet e". Ligel ku ew ti eniyeke fermî pêk nayin jî, lê partiyên Yekîtî, Azadî û Şepêla Pêşerojî wekî eniyeke li hemberî Hevbendî û Eniyê têne dîtin.

Di hevpeyvînekê de ligel Malpera Amûdê, sekretêrê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Suriyê Ebdilhemîd Hecî Derwîş diyar kir, ku ew li ser xala ku "Kurd li ser xaka xwe dijîn" nîqaşê nakin. Derwîş got ku kesên ku behsa vê xalê dikin, "ji xwe re mijarekê çêkin, ne zêde". Wî got: "Ji xwe Kurd li ser xaka xwe dijîn, ma ji Merîxê hatine? Kesekî negotiye Kurd ji Merîxê hatine û li Suriyê biyanî ne." Partiya Ebdilhemîd Hecî Derwîş yek ji partiyên Hevbendiyê ye.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000