www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
04.10.2006 - 10:59 [ 1773 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê pirtûkên kurdî hembêz dike

amude.com

FRANKFURT/HEWLÊR (dpa/pukmedia/amude.com) - Mezintirîn pêşangeha pirtûkan a cîhanê îroj deriyên xwe ji bo mêvanan vekir. 7272 dezgeh dê ta roja yekşemê 400 hezar pirtûkan li Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê pêşkêş bikin. Kesên normal dikarin tenê şemî û yekşemê herin pêşangehê. Îsal jî Kurd dê beşdarî vê pêşangeha giring bibin. Wezîrê çandê Felekidîn Kakayî do li Hewlêrê ragihand, ku 16 dezgeh ji Kurdistana Iraqê dê pirtûkan li Frankfurtê pêşkêş bikin. Dora 400 kg pirtûk ji Hewlêrê hatine şandin bo Frankfurtê. Kakayî herweha ragihand, ku Kurd dê di pêşangehê de çend çalakiyan pêk bînin. Nûneritiya hikumeta Kurdistana Iraqê li Berlînê ji Malpera Amûdê re got, ku ew li ser beşdarbûna Kurdan di pêşangeha Frankfurtê de ne agahdar e.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000