www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
28.09.2006 - 12:40 [ 1766 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Hikumeta kurdî tehdîda cudabûna ji Iraqê da

amude.com


Nêçîrvan Barzanî hêzê nîşan dide
DORTMUND (amude.com) - Hikumeta Kurdistana Iraqê tehdîda cudabûna ji Iraqê kir, ger destura Iraqê bête binpêkirin. Di daxuyaniyekê de, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî êrîşî wezîrê neftê yê hikumeta iraqî Hisên Şahristanî kir û jê xwest, ku li gorî destura dewletê tevbigere. Barzanî diyar kir, ku ew helwestên Şahristanî yên li ser nefta li Kurdistanê wekî "hewildanên ji bo têkbirina xebata şirketên biyanî di warê nefta Kurdistanê de" red dike. Barzanî berdewam kir û got: "Gelê Kurdistanê li ser bingeha desturê ji xwe re hilbijartiye, ku bi daxwaza xwe di Iraqê de bijîn. Ger wezîrên Bexdadê dixwazin ji desturê derkevin, gelê Kurdistanê ji xwe re wî mafî dihêlin, ku li ser hilbijartina xwe raman bikin."

Wezîrê neftê yê hikumeta Iraqa federal Hisên Şahristanî Şahristanî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya iraqî "El-Sebah" diyar kiribû, ku wezareta wî ne mecbur e peyamnên ku hikumeta Kurdistana Iraqê imze dike, bi cî bîne. Wî herweha got, ku wezareta wî dê careke dî li wan peymanan binere.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku gotinên Şahristanî ne li gorî destura Iraqê ne. Wî herweha balkişand ser madeya 115ê ya destura iraqî, ku dibêje ku hemî madeyên enerciyê ku nû bêne dîtin, dikevin bin hêza hikumeta federal a herêma ku ew made lê hatibin dîtin. Barzanî got: "Petrol û xaz nakevin bi hêza hikumeta federal."

Li hin deverên Kurdistanê petrol hatiye dîtin. Hikumeta kurdî ji bo derxistina petrolê bi şirketine biyanî re dixebite.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000