|
|
29.08.2006 - 10:45
|
[ 1791 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Parêzerek surî: Înterpol radestkirina Xedam pejirandiye
amude.com
 Ebdilhelîm Xedam | ŞAM (dpa/amude.com) - Parêzerekî surî ragihand, ku Interpol daxwaza Suriyê pejirandiye, ku cîgirê serokê Suriyê yê berê Ebdilhelîm Xedam radestî rêjîma Suriyê bike. Suriyê di gulana borî de ji nivîsgeha Interpolê ya li Parîsê doza radestkirina Xedamê 73 salî kir. Piştî ku Xedam ji Suriyê reviya û dest bi xebata li dijî rêjîma Suriyê kir, ku ew dora 30 salan endamek wê bû, hevalên wî yên berê ew bi diziyê gunehkar kir û ji Interpolê xwest, ku wî radestî wê bike, da ku wî dadgeh bikin. Xedam rêjîma Suriyê û serokê wê Beşar el-Esed bi kuştina serowezîrê Libnanê yê berê gunehkar dike. Ew niha li Parîsê dijî.
|
|
|
|
|
|