|
|
21.08.2006 - 00:07
|
[ 1778 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Ciwan Haco tê Berlînê Du bilêtên konsertê qezenc bike!
amude.com
 Ciwan dê 16.09.2006ê li Berlînê konsêrtekê bide |
BERLÎN (amude.com) - Ciwan Haco dê 16ê meha bê li Berlînê konsêrtekê bide. Europäische Zentrum für Kurdische Studien / Berliner Gesellschaft zur Förderung zur Kurdologie (BGFK) (Navenda Ewropî ji bo Lêkolînên Kurdî / Civata Berlînê ji bo Piştgiriya Kurdolociyê) vê konsertê bi helkefta 15 saliya xwe li dar dixe. Xwendevanên Malpera Amûdê dikarin du bilêtên vê konsêrtê ligel hevdîtineke bi Ciwan Haco re qezenc bikin. Kesên ku bixwazin qezenc bikin, divê bersiva vê pirsê bidin:
Ciwan Haco li kîjan bajarî ji dayik bûye û niha li kû derê dijî?
a) Qamişlo / Stockholm
b) Tirbesipiyê / Gävle
c) Qamişlo / Oslo
d) Tirbesipiyê / Tierp
e) Stenbol / Sundsvall
Herkes dikare tenê carekê bersivê bide. Divê bersiva vê pirsê ta 14.09.2006 bête şandin vê e-mailê: info@amude.com.
Herweha ev agahî pêwîst in: Nav û jimara telefonê.
Konsêrta Ciwan Haco dê li Passionskirche, Marheinekeplatz 1, 10961 Berlin (U7, Gneisenaustraße) pêk were.
Bûhayê bilêtên derbasbûnê di pêşkirînê de bi 15 Euroyan e û di êvara şevê de li salonê bi 20 Euroyan e. Derbasbûn seet 19.30 e û konsêrt seet 20.00 dest pê dike.
BGFK instîtûyeke lêkolînê ya prîvat e: Ew berdewam kongire û çalakiyên zanistî yên dî amade dike û kovara zanistî “Kurdische Studien” (Lêkolînên Kurdî) û herweha rêzepirtûkên “Kurdologie” diweşîne. Pirtûkxaneya kurdolocî ya instîtûyê li Ewropayê di nav pirtûkxaneyên mîna wê de ya herî mezin e.
Bilêtên konsêrta Ciwan Haco dikarin li seranserî Elmanyayê li şanoyan bêne kirin an jî di vê malperê de: www.koka36.de.
|
|
|
|
|
|