www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
19.08.2006 - 17:49 [ 1290 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Li Elmanyayê xwendekarek libnanî ji ber gumana terorê hate girtin

amude.com


Yê li aliyê rastê îroj hate girtin, lê yê dî hîn bazdayî ye
KARLSRUHE/KIEL (dpa/amude.com) - Sê hefte piştî ku du êrîşên terorîstyane li Elmanyayê bi ser neketin, îroj li bajarê Kielê yek ji herdu êrîşkeran hate girtin. Xwendekarê libnanî li rawestgeha trênê hat girtin, berî ku ew karibe bireve derveyî welat. Bi alîkariya DNA gunehkariya wî hate piştrastkirin. Wî û yekî dî, ku ta niha ji bilî wêneyekî wî mirov tiştekî li ser nizane, di 31ê meha borî de li rawestgeha trênan a Kölnê du bombe xistibûn trênên li ser rêyên Hamm û Koblenzê. Hingî bombe ji ber şaşitiyên teknîkî neteqiyan û wilo plana xwediyên wan a birîndarkirin û kuştina bi sedan kesan pêk nehat. Muxaberatên elmanî do vîdeo û wêneyên herdu êrîşkeran weşandibûn, ku li rawestgeha trênê ya Kölnê hatibûn kişandin. Kesê ku agahiyan bide polîsan û li gorî wan êrîşkar bêne girtin, dê 50 hezar Euro bistîne.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000