|
|
08.08.2006 - 14:04
|
[ 1808 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Li Berlînê filmê li ser kuştina Xatun Sûrûcû tê nîşandan
amude.com
 Xatun Sûrûcû | BERLÎN (amude.com) - Derhênerê emerîkî Jeremy Xido çîroka kuştina xanima elman-kurd Xatun Sûrûcû kir belgefilmek. Li gorî nûçeyeke rojnameya "Die Welt", Xido di rojnameya "New York Times"ê de li ser çîroka kuştina Sûrûcû xwendiye û biryar daye ku filmekî li ser vê mijarê çêke. Film li Berlînê hatiye amadekirin û dê di rojên 11 ta 14ê vê mehê di festîvaleke "Tanzfabrik Berlin" de bête pêşkêşkirin. Xatun Sûrûcû ya 23 salî di 07.02.2005ê de li Berlînê bi guleyên di serî de hatibû kuştin. Dadgehekê birayê wê yê biçûk bi kuştina xuşka xwe gunehkar kir û 9 sal û 3 meh zindan lê birîn. Agahiyên berfirehtir li ser film û rojên nîşandina wî dikarin li vê derê bêne xwendin: www.tanzfabrik-berlin.de.
|
|
|
|
|
|