www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
24.07.2006 - 18:38 [ 1784 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Hikumeta Elmanyayê hêviyan dide penaberên bê maf - Wezîrê Hundir: «Gerek ev problêm çarser bibe!»

amude.com


Wolfgang Schäuble hêviyê dide penaberan
DORTMUND (amude.com) - Wezîrê Hundir ê Elmanyayê Wolfgang Schäuble dixwaze ji bo penaberên ku bi salan bê mafê rûniştinê li Elmanyayê dijîn, çareseriyekê peyda bike. Di hevpeyvînekê de bi rojnameya «Süddeutschen Zeitung» re, Schäuble got ku gerek ev penaber mafê rûniştinê bi dest bixin û li Elmanyayê întegre bibin. Schäuble eşkere kir, ku ew û wîlayetên elmanî dê ji bo vê yekê bixebitin û got, ku ji bo peydakirina çareseriyekê "şans têra xwe mezin in". Li Elmanyayê dora 200 hezar penaber bêyî maf dijîn. Ew ji ber sedemine qanunî nikarin bêne vegerandin bo welatên wan. Zarokên gelekan ji wan li Elmanyayê çêbûne û mezin bûne.

Wolfgang Schäuble ji partiya Filehên Demoqrat (CDU) ye. Partiya wî ta niha ji bo pirsa penaberên bê rûniştin gelek astengî çêkirine û nexwestiye ku penaber mafê rûniştinê bistînin. Schäuble di hevpeyvînê de got: "Herkes dibîne ku zarokên ku li vê derê çêbûne, diçin dibistanê û gelek ji wan serketî ne jî, nikare wan hema vegerîne."

Hikumeta Elmanyayê ji CDU û Partiya Sosyaldemoqratan (SPD) pêk tê.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000