|
|
27.06.2006 - 10:18
|
[ 1809 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Şivan Perwer nema li Gulistan vedigere
amude.com
 Hezkiriyên Gulistan û Şivan Perwer dê wan neman bi hev re bibîbin (wêne ji erşîvê) | DORTMUND (amude.com) - Hunermend Şivan Perwer dawî ji mesela xwe û xanima xwe ya berê, hunermend Gulistan Perwer, re anî û eşkere kir ku têkiliya wî ya şexsî û hunerî pê re "nema ye û tune ye". Şivan di daxuyaniyeke taybetî de diyar kir, ku ev zêdeyî 8 salan e ku ew û Gulistan ji hev cihê ne û hatine berdan. "Ji ber vê yekê ye", wilo Şivan, "û hewce nake ku di warê jiyana taybetî de yan ji bo xebat û xizmeta hunerî destûr û daxwazî ji şexsê min bête xwestin". Wî diyar nekir bê sedemên vê daxuyaniya wî çi ye. Di demên dawî de, gelek caran dihate gumankirin ku Şivan û Gulistan dê dîsa li hev vegerin. Lê Şican bi vê daxuyaniya xwe dawî ji van gumanan re anî. Malpera Amûdê tevaya daxuyaniya Şivan Perwer li vê derê diweşîne:
* * *
Daxuyanî
Ji bo gelek tişt bi xeletî neyên fêhmkirin, ez mecbur im vê daxuyaniyê agahdarî dost û guhdaran bikim.
Bi hunermend Gulistan re ji nêz a dûr ve danûstandin û têkiliyeke min a şexsî û hunerî nema ye û tune ye.
Zêdeyî 8 salan e em ji hev cihê ne û hatine berdan. Ji ber vê yekê ye û hewce nake ku di warê jiyana taybetî de yan ji bo xebat û xizmeta hunerî destur û daxwazî ji şexsê min bête xwestin.
Hunermend Gulistan di jiyana xwe ya taybetî de azad û di danûstandin û têkilîyên xwe de bi biryar e.
Ez hêvîdar im ku dost, heval û guhdarên min li ser vê mijarê serwext û agahdar bin.
Şivan Perwer bi bahweriya gel û welat, bi hunera xwe herdem di xizmeta we de ye.
Rêz û aştî,
Şivan Perwer
|
|
|
|
|
|