www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
30.05.2006 - 18:37 [ 1800 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Encumena Kurdistanî - Surî bê bingeha li welat ma

amude.com


Endamên komîteya Encumena Kurdistanî - Surî


Kelmîs (amude.com) – Piştî ku „Encumena Kurdistanî – Surî“ hate damezirandin, Şepêla Pêşerojê ya Kurd li Suriyê di daxuyaniyekê de eşkere kir, ku ew li dijî damezirandina vê encumenê ye. Wê gelek rexne li amadekarên wê kirin û got ku biryarên Tevgera Kurdî li Suriyê „gerek li hundirî welêt bêne dayin, ne li derve“. Nûnerê Şepêla Pêşerojê Heybet bavê Helebçe beşdarî tevaya konferansê û herweha encumenê bûbû. Bi vê yekê, hemî partiyên kurd li Suriyê li derveyî vê encumena ku di 28ê vê mehê de li Belcîkayê hate damezirandin, man. Ew tenê ji kes û aliyine li derve pêk tê. Malpera Amûdê navên tevaya endamên encumenê û herweha hin nerînên derbarey damezirandina wê diweşîne:

Li gorî biryara konferansa li Belcîkayê, komîteya encumenê ji 37 kesan pêk tê, 19 kursî ji bo kesên serbixwe, ku divê yekî bi navê Êzdiyan di nav de be, û 17 kursî ji bo partiyan. Piştî dengdanê ev kes ji bo lîsteya kesên serbixwe hatin hilbijartin:

1. Şêrkoh Ebas (USA, 47 deng ji 61 dengan)
2. Mihemed Mubarek el-Xeznewî (Fransa, 39)
3. Dr. Ciwan Heqî (Swêd, 38)
4. Maria Sîdo (Elmanya, 37)
5. Cenîgisxan Hiso (Elmanya, 34)
6. Ebdilbaqî Huseynî (Nerwic, 32)
7. Felemez Xerîbo (Elmanya, 31)
8. Nuşeng Haco (USA, 31)
9. Şêrkoh Silêman (Belcîka, 30)
10. Mihemed Salih el-Xeyda (Bulxariya, 30)
11. Bedriya Xelîl (Elmanya, 29)
12. Yûsiv Elo (Elmanya, 29)
13. Şerîf Elî (Elmanya, 28)
14. Mehmud Biro (Belcîka, 26)
15. Selah Bîlal (Elmanya, 25)
16. Dr. Xweşnav Mihemed (Elmanya, 25)
17. Mihemed Mistefa (USA, 23)
18. Serhan Îsa (Elmanya, 20)
19. Dr. Berces Şiwêş (USA, 19)

Kesên mayî ku nehatin hilbijartin ev in:

20. Şewqî Îsa (Elmanya, 18)
21. Welîd Şêxo (Elmanya, 18)
22. Ebdilbaqî Kolo (Kurdistana Iraqê, 17)
23. Heval Mîro (Elmanya, 13)
24. Dr. Hisên Seedo (Elmanya, 10)
25. Silêman Mihemed (Elmanya, 10)

Aliyên ku bi navên partiyan beşdar bûbûn, di civîneke xwe ya taybetî de li ser lîsteya xwe li hev kir. Van aliyan nexwest navên endamên xwe di komîteya encumenê de eşkere bikin. Mafê her aliyekî ji wan heye ku endamekî bişînin komîteyê. Wan got, ku wan 11 cî ”ji bo partiyên ku nehatine, vala hiştine”. Piştî ku Şerpêla Pêşerojê ya Kurd li Suriyê helwesta xwe li dijî encumenê eşkere kir, hîn ne diyar e bê nûnerê wê yê li Ewropa tê de bimîne yan na. Wî pêşî xwest bikeve lîsteya kesên serbixwe, lê ji ber ku ew nûnerê partiyekê bû, daxwaza wî nehat pejirandin. Lîsteya partiyan jî ev e:

1. ”Partiya Êzdiyan”
2. ”Partiya Demoqratî û Şaristanî” (Emerîkê Hesko)
3. ”Partiya Guhertina Demoqratîk li Suriyê” (Rizgar Qasim)
4. ”Hikumeta Rojavayî Kurdistanê li Derve” (Cewad Mele)
5. Şepêla Pêşerojê ya Kurd li Suriyê (ne diyar e wê tê de bimîne yan na) (Heybet bavê Helebçe)
6. ”Partiya Demoqrat a Kurdistanê li Suriyê” (Cankurd)

Konferansê herweha biryar da ku Ismet Şerîf Wanlî, ku di herdu rojan de amade bû, bibe serokê rûmetê.
Herweha pên kesên dî wekî endamên rûmetê hatin hilbijartin:

1. Elî Hec Hisên (Partiya Ferîd el-Xadirî)
2. Fewzî Etruşî (KDP-Iraq)
3. Musa Keval (Hevbendiya Demoqrat a Bakur)
4. Eseed Xêlanî (KNC)
5. Selam Cizîrî (Federasyona Komelên Kurd li Swêdê)

Malpera Amûdê nerînên çend kesên beşdar stendin û ew jî ev in:

Ibrahîm Ibrahîm:
Mixabin ta niha ne partî û ne rewşenbîrên kurd gihane asta doza miletê xwe. Ew di demeke eşîrtî û ezyatî de dijîn. Ew durî globalîzimê ne. Şertên partiyan ne hemî baş bûn. Tenê ez bi wan re me, ku gerek damezirandina encumenê bo 6 mehan bihata bipaşxistin, ji ber ku rewşa niha ne baş e. Amadekarên vê konferansê nedizanî vî kongirî bi rê ve bibin. Ew ne dîplomasî bûn.

Mihemedê Mele Ehmed:
Nabe ku kesên serbixwe xwe li ser partiyan ferz bikin. Daxwazên partiyan rewa ne. Ew têra xwe westiyane û ji mafê wan e xebatê bi rê ve bibin. Ev kongire ji bo lihevkirinê bû, ne ji bo ku kesên serbixwe xwe ferz bikin. Ez bi nerîna partiyan re me.

Salih Cefer:
Daxwazên partiyan di ciyê xwe de bûn. Ev kongire tenê ji bo hin Kurdên li derve bû.

Selam Nûman:
Gerek partiyan şertên xwe di roja yekê de anîbana zimên. Ji hemî aliyan nehat xuyakirin ku ew li dû berjewendiyên neteweyî ne. Gerek partiyên li welêt jî beşdar bûbana. Em bi hêviyek din hatibûn vir, lê mixabin hêviya me pêk nehat. Ji bo min projekt têk çû.

Ismet Şerîf Wanlî:
Rêxistineke nû pêwîst e. Hikumeta Suriyê ji Kurdan ditirse û ji wan re hesaban dike. Divê partî hebin, lê pêwîstî bi rêxistineke nû heye.

Hoşeng Sebrî:
Partiyan tiştek ne baş kir. Dema partî nikarin 60% ji kesine baş ku li derve kar bikin, peyda bikin, çima ew 60% dixwazin? Gerek kesên serbixwe û zane herin pêş.

Şêrkoh Ebas:
Giring bû ku kar bimeşe. Mesela ku encumen demî be, qet nayê qebulkirin.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000