|
|
24.05.2006 - 14:28
|
[ 1800 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Li Münsterê kursek ji bo dîlanên kurdî dest pê dike - Herkes dikare beşdar bibe
amude.com
 Kurd dikarin hînî folklora xwe bibin (ji erşîvê: Koma Serxwebûn/Amûdê) |
MÜNSTER (amude.com) - Li bajarê Münster ê elmanî kursek ji bo fêrbûna dîlanên folkloî yên kurdî dê pêk were. Kesên ku bixwazin fêrî dîlanên kurdî û yên modêrn bibin, dikarin beşdarî vî kursî bibin. Ev kurd ji bo herkesî vekirî ye. Armanca amadekarên vê kursê ew e, ku ew di dema bê de komek ji bo dîlanên kurdî yên folklorî tevî yên jazz û hîp-hopê damezirînin. Ev kurs ji du beşan pêk tê: di beşê yekem de, mirov dikare hînî folklora kurdî bibe; di yê duyem de jî dîlanên jazz û hîp-hopê di rojevê de ne. Mirov dikare beşdarî herduyan an jî tenê yekê ji wan bibe. Ev kurd dê roja yekşema bê, 28.05.2006, ji seet 14.00 ta 17.00, li Sporthalle der Volkshochschule, Aegidimarkt 3, Münster, dest pê bike. Ji bo agahiyên berfirehtir: tel: 0251-3824738 (Derya), e-Mail: avesta_21@hotmail.de.
|
|
|
|
|
|