|
|
19.05.2006 - 19:59
|
[ 1769 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Şêrkoh Ebas êrîşî partiyên kurdî dike: »Di destên rêjîma Suriyê de ne!«
amude.com
 Şêrkoh Ebas | DORTMUND (amude.com) - Serokê Encumena Kurdî-Emerîkî ji bo Demoqratiyê li Suriyê Şêrkoh Ebas di hevpeyvînekê de ligel beşê kurdî yê radyoya Dengê Emerîkayê êrîşî hin ji partiyên kurdî li Suriyê kir û got ku ew "di destên rêjîma Suriyê" de ne, bêyî ku navên wan eşkere bike. Ebas got: "Gelek partiyên me yên kurdî hene di destên rêjîma Suriyê de ne, û gelek partiyên din hene qenc in, bi me re ne û nikarin bên û gelek jî wê bên." Partiyên Hevbendiya Demoqrat a Kurd li Suriyê (4 partî) di daxuyaniyekê de eşkere kiribû, ku ewê beşdarî civînên li Belcîkayê (27 ta 29ê vê mehê) nebin, ji ber ew qebul nakin ku li derveyî welêt encûmen bêne damezirandin. Herweha endamê polîtbîroya Partiya Demoqrat a Kurd li Suriyê Dr. Ebdilhekîm Beşar ragihand Malpera Amûdê, ku Eniya Demoqrat a Kurd li Suriyê (sê partî) hîn biryara beşdarbûna xwe ya di civînên li Belcîkayê de nedaye, lê got ku "xalîben em naçin". Şêrkoh Ebas herweha got ku Ebdilhelîm Xedam, Rifeet el-Esed û Ferîd el-Xadirî ji bo civînan hatine vexwendin.
"Oposîsyona surî ya ereb dixwaze beşdar bibe"
Şêrkoh Ebas, ku yek ji endamên komîteya amadekar a civînên li Belcîkayê ye, di hevpeyvîna xwe ya ligel Dengê Emerîkayê de got, ku "sê-çar" partiyên kurd qebul kirine ku beşdarî civînên li Belcîkayê bibin, bêyî ku navê wan diyar bike. Wî herweha got ku "ta niha bêtirî 1000 kes dixwazin werin", lê cî kêm e. Wî herweha diyar kir, ku Oposîsyona surî ya ereb dixwaze beşdar bibe. Wî got ku oposîsyon dibêje ku ev konferans "tiştek gelekî giring û baş e ji Kurdan û Suriyê re”.
"Hertişt kirin bûhar, lê tiştek pêk nehat"
Ji aliyê xwe ve Dr. Sededîn Mele, berpirsê rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê ji Malpera Amûdê re eşkere kir, ku partiya wî dê beşdarî civînên li Belcîkayê bibe. Wî got ku ew bawer nake ku hertiştê ku tê xwestin pêk were, "lê em hêvî dikin ku em bikaribin amadekariya çalakiyeke dî bikin". Wî amadekarên konferansan rexne kir û got ku wan di destpêkê de soz daye ku ji bo kesên li welat vîza û bilêtên balafiran peyda bikin, lê soza xwe bi cî neanîye. Wî gt ku hevalên wî çûne balyozxaneya Belcîkayê li Şamê û doza vîzan kirine, "lê hayê balyozxaneyê ji tiştekî tune bû". Wî berdewam ki û got: "Komîteya amadekar hertişt xweş kir û kir bûhar, lê tiştek pêk nehat".
Komek ji Kurdên ji Kurdistana Suriyê yên nişteciyên Emerîka û Ewropayê dixwazin dawiya vê mehê li Belcîkayê li hev kom bibin, da ku "Encumena Niştimanî ya Kurdî ya Surî" damezirînin. Civînên wan dê di rojên 27 û 28ê vê mehê li bajarokê Kelmis li ser sînorê Elmnya-Belcîka pêk were. Di 29ê mehê de, gerek êdî Kurd û hin kesên ji oposîsyona surî ya ereb di avahiya Parlamenta Ewropayê de li hev kom bibin.
Hevpeyvîna Dengê Emerîka ligel Şêrkoh Ebas dikare li vê derê bête guhdarkirin:
>> Hevpeyvîn (17.05.2006)
|
|
|
|
|
|