www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
17.05.2006 - 22:59 [ 1785 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Rêjîma Suriyê dest bi kampanyaya girtina kesên dijberî xwe kir - Kurdek di nav wan de ye

amude.com


Dostê Kurdan Enwer el-Bunî
ŞAM (amude.com) - Rêjîma Suriyê komek ji siyasetvanên oposîsyonê girtin, di nav wan de yekî kurd. Endamê komîteya şopandin û sazîkirinê ya Partiya Şepêla Pêşerojê ya Kurd li Suriyê û serokê nivîsgeha peywendiyên giştî ya heman partiyê, Xelîl Hisên, îroj li ciyê karê wî hate girtin. Herweha kesayetiyên ereb ên navdar mîna Mîşêl Kîlo û parêzer Enwer el-Bunî jî bûn armanca girtinên rêjîmê. Tê gumankirin ku hemû ji ber imzekirina "Daxiuyaniya Şam-Beyrut"ê. Di vê daxuyaniyê de, bêtirî 500 siyasetvan, rewşenbîr û çalakvanên surî û libnanî dozê dikin, ku pêwîst e Surî bi temamî serxwebûna Libnanê qebul bike û îşê xwe jê neyne. Li gorî agahiyan, kampanyaya rêjîmê ya girtina kesên ku imzeya xwe danîne jêra vê daxuyaniyê, dê berdewam bike.

Di daxuyaniyeke xwe de, Partiya Şepêla Pêşerojê ya Kurd li Suriyê ku endamê wê Xelîl Hisên îroj ji aliyê hêzên rêjîma Suriyê ve hate girtin. Di daxuyaniyê de hatiye nivîsandin, ku Hisên kevnegirtî ye û "12 salan ji ber çalakiyên xwe yên siyasî di girtîgehên rêjîmê de derbas kirine".

Herweha vê êvarê, parêzer û çalakvanê mafê mirovan Enwer el-Bunî hate girtin. Bunî bi xebata xwe ya ji bo mafên mirovan û herweha paraztina girtiyên siyasî yên surî û di nav wan de jî yên kurd hatiye naskirin. Ew yek ji wan kesan e, ku bê tirs agahiyên binpêkirina mafên mirovan ji aliyê rêjîma Suriyê ve radigihîne medyaya cîhanî. Wî tevaya xebata xwe bê pere dikir. Ew herweha wekî dostekî Kurdan tê naskirin.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000