|
|
12.05.2006 - 17:48
|
[ 1983 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Ciwan Haco dibe mêvanê Hulya Avşar
amude.com
  Hulya Avşar & Ciwan Haco | DORTMUND (amude.com) - Hunermenda bi esil kurd Hulya Avşar dê sibe di bernameya xwe "Hulya Avşar Show" de hevpeyvînekê ligel hunermendê kurd Ciwan Haco pêk bîne. Bernmaeya "Hulya Avşar Show" di kanala televizyonê ya tirkî TGRT de tê weşandin. Di vê bernameyê de, Avşar û Haco dê bi hev re bi kurdî biaxivin; gotinên wan dê bi tirkî bêne wergerandin. Herweha herdu dê bi hev re strana "Dost im" a Ciwan Haco bêjin. Haco dê ji bilî vê stranê ya "Dilketim" û yên dî jî pêşkêş bike. Hulya Avşar di dawiya sala 2003ê de jî Ciwan Haco kiribû mêvanê bernameya xwe ya di "Kanal"ê de. Bernameya sibe dê seet 21.30 li gorî dema Tirkiyê û 20.30 li gorî dema Ewropaya navîn dest pê bike. [Malpera TGRT: www.tgrt.com.tr]
|
|
|
|
|
|