|
|
09.05.2006 - 11:26
|
[ 1778 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Mehek zindan ji bo nivîskarê kurd Ednan Beşîr
amude.com
 Ednan Beşîr | QAMIŞLO (amude.com) - Do, dadgeheke li bajarê Dêrikê li Kurdistana Suriyê mehek zindan li nivîskarê kurd Ednan Beşîr birî. Beşîr bi behana ku wî di paseporta xwe ya surî de pîşeya xwe guhertiye. Dadgehkirina nivîskarê kurd encama beşdarbûna wî ya di konferanseke çandî de li Dihokê di 22.09.2005ê de bû. Piştî vegera wî ji Kurdistana Iraqê, ew ji aliyê dezgehên ewlekariyê yên rêjîma Suriyê yên cuda ve rastî lêpirsînan hat. Beşîr di 06.10.2005ê de ji aliyê dezgeha ewlekariya siyasî li Hisiçayê ve hate girtin û bi destên di kelepçeyan de hate radestkirin bo dezgeha lêkolînê li Şamê. Beşîr hingî 13 roj di zindaneke bitenê de derbas kirin. Ew di 18.10.2005ê de serbest hate berdan.
Nivîskarê kurd Ednan Beşîr herweha ji karê xwe hate avêtin. Dezgeha perwerdeyê li Hisiçayê ji 20.09.2005ê ta 03.01.2006ê pereyên wî jê qut kiribûn. Piştî hewildanin mezin wî karî dîsa vegere karê xwe wekî mamosteyê dibistanê.
Hêjayî gotinê ye, ku di mehên dawiyê de gelek kesên ku serdana Kurdistana Iraqê dikirin, piştî vegera wan rastî lêpirsîn û girtinan hatin. Herweha komek ji nivîskaran ji bo serdana Kurdistana Iraqê destur nedistendin.
|
|
|
|
|
|